Erdogan bi rêya Îsraîlê hewl dide xwe li rojhilatê Deryaya Spî bi cih bike

Nivîskarê ji Misirê Mihemed Ebû El-Fedil di gotareke xwe de got Erdogan tevî bikaranîna hêza leşkerî li dijî Qibris û Yewnanistanê û hewldanên başkirina têkiliyan bi Misirê re, li rojhilatê Deryaya Spî negihaşt armancên xwe. Niha bi rêya Til Evîvê hewl dide xwe li Rojhilatê Navîn bihêz bike.

Erdogan bi rêya Îsraîlê hewl dide xwe li rojhilatê Deryaya Spî bi cih bike
13 adar, 2022   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî gotara nivîskarê misirî Mihemed Ebû El-Fadil ku rojnameya El-Ereb belav kiriye, "Dewleta Tirk berê xwest li rojhilatê Deryaya Spî ya bi gazê dewlemend xwe bi cih bike, ji bo wê dîsplomasiya keştiyên şer bi Yewnanistan û Qibrisê re meşand lê bi ser neket. Li aliyekî din bi rêya lihevkirinên ewlehî û aborî bi hikumeta berê re, hewl da hebûna xwe ya leşkerî li Lîbyayê xurtir bike, lê bi bin ket. Xweset têkiliyan bi Misirê re baş bike, lê ev hewldana wê hîna bi ser neketiye.  "

Li gorî Ebû El-Fedil, dewleta Tirk di dawiyê de biryar da ku serî li Îsraîlê bide bi hêviya ku bikare bi wê re hevkariyê pêş bixe da ku bigihêje armancên xwe. Ev yek ji taybetmendiyên sereke yên serdana serokê Îsraîlê Îshaq Herzog ji bo Enqereyê ye ku beriya çend rojan pêk hatibû.

Di 20 salan de ev cara yekemîn e ku serokekî Îsarîlê bi vexwendina Erdogan serdana Enqereyê dike. Li gorî Ebû El-Fedil serdan nîşaneya pêkhatina guhertineke siyasî ye ku heta kijan astê Enqere dikare sûdê ji encamên serdanê bigire nexasim di dosyaya gaza li rojhilatê Deryaya Spî.

Tevgerên ji bo ku Enqere di hevkêşeya herêmê de bibe xwedî cihekî girîng, bi bin ketin, ji ber wê berê xwe da Îsraîlê û nakokiyên berê paşguh kirin, nemaze ku nekarî têkiliyan bi Misirê re baş bike ku roleke girîng li rojhilatê Deryaya Spî dilîze û platformek ava kir ku gelek dewletên bi bandor tê de hene lê Tirkiyê ne di nav de ye.   

Ebû El-Fedil wiha dom kir: "Dewleta Tirk wisa difikire; bi rêya xurtkirina têkiliyan û hevkariyê bi Îsraîlê re dikare bandor li sê welatan; Misir, Yewnanitsan û Qibirsê bike, ji ber ku Tirkiyê piştî demeke kurt ji ragihandina Îsraîlê pê îtîraf kir û têkiliyên xurt pê re danîn.”

Bi nêrîna Ebû El-Fedil Til Evîv Enqere ji hevkêşeyê derxist piştî ku têkilî bi gelek dewletên ereb û islam re ava kirin û lihevkirinan normalîzakirina têkiliyan bi gelek dewletên ereb re pêk anîn.

Îsraîl li ser hesabê têkiliyên bi Misirê re nikare têkiliyeke encamnenas û neewle bi Tirkiyê re deyne, bi taybet piştî ku bawerbariya xwe ya siyasî ji ber guhertinên bilez û avakirina hevalbendiyên biguman bi hêzên îslamî re ji dest da.

Ebû El-Fedil ev li gotina xwe zêde kir: "Enqere di wê baweriyê de ye ku lihevkirina bi Til Evîv re wê nêzîkî DYA`yê dike. Şerê li Ukraynayê nîşan dide ku nêrînên xwe der barê Rûsya û Îranê de guhertine û êdî dikare li gorî rewşa herêmî ya herî tev bigere. Ji ber ku helwesta wê ya li hember Îsraîlê, bi gavên ku di vê dawiyê de avêtine hemhang e bi taybet sifirkirina aloziyan."

Her wiha Ebû El-Fedil îşaret pê kir ku Tirkiyê ji bîr kir ku Îsraîl yan jî dewletên din xwedî toreke girêk a têkiliyan e ku di şev û rojekê de nayê guhrtin. Serdana Herzog nikare sarbûna têkiliyên siyasî bi Enqereyê ji nû ve geş bike. Gelek dijwar e ku cih di guhertinên li rojhilatê Deryaya Spî de bigire. Nemaze ku Îsraîl bi gelek dewletan re mîna Misir, Yewnanista û Qibisrê çi bi awayekî tekakesî yan jî komî têkilî danîn. Ji ber wê nikare bi hêsanî ji bo xatirê Erdogan dev ji van têkiliyan berde.

Serokkomarê Tirkiyê dixwaze ji aliyên derve û hundir re bide xuyakirin ku li rojhilatê Deryaya Spî nayî paşguhkirin û gelek vebijêrkên wî hene û dikare bandorê bike. Ji ber ku şandina gazê ji vê herêmê ji Ewropa re û rewşa heyî ya paguhkirî ya Enqereyê, dê li ser asta hundir gelek nerazîbûnên siyasî bi xwe re bîne.

Nivîskarê misirî wiha gotara xwe bi dawî kir: "Tirkiye bi rêya Îsraîlê bi tenê nikare mudaxeleya herêma rojhilatê Deryaya Spê bike, dibe ku qezencên demkî bi dest bixe û peyaman ji kesên ji wan re girîng re bişîne ku vaya tê guhertin, lê dîsa armancên ku dixwaze bi dest naxe, heke siyasetên xwe yên li herêmê neguhertin ku di encamê de ket nav bahoza nakokiyên bê dawî."

(dx-eh)