Sirwart Melîkyan dê îro li Brukselê bê oxirkirin

Sirwart Melîkyan a hevsera hunermend Aram Tîgran dê îro li paytexta Belçîkayê Brukselê bê oxirkirin.

Sirwart Melîkyan dê îro li Brukselê bê oxirkirin
10 adar, 2022   07:07
BRUKSEL

Sirwart Melîkyan a hevsera hunermend Aram Tîgran, 5'ê Adarê li mala xwe ya li bajarê Belçîkayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Tê payîn ku îro li bajarokê Jette yê li nêzî Brukselê were veşartin.

Sirwart Melîkyan (81) di sala 1941’an de li Qamişloyê ji dayik bûbû.

Sirwart Melîkiyan dê li kêleka gora hevserê xwe Aram Tîgran ku sembola dostaniya Kurd-Ermenan e, were veşartin.

Îro saet di 13:00’an de dê ji bo Melîkyan li dêra li kêleka Goristana Jette merasîma cenaze bê lidarxistin û piştî veşartinê dê taziye were danîn.