Malbatên şehîdan banga derxistina PKK ji ''lîsteya terorê'' kirin

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, banga derxistina PKK’ê ji ''lîsteya terorê'' kirin û gotin:” PKK rêxistina ku her tim li ser bingeha mirovahiyê kar kiriye û her pêkhateyek di hundir xwe de qebûl kiriye.”

Malbatên şehîdan banga derxistina PKK ji ''lîsteya terorê'' kirin
10 adar, 2022   08:03
ŞEHBA

Li seranserî cîhanê bangên ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" berdewam dikin.

Derbarê  mijarê de endamên Meclesa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji ANHA’yê re axivîn. 

Asya Ebdo bang li civata navneteweyî kir  ku navê PKK'ê ji ''lîsteya terorê'' derxin û got, divê civata navneteweyî karê ku PKK'ê dike nas bike.

Asya Ebdo wiha dewam kir :” Ji ber ku mirovên bindest hatibûn helandin PKK'ê xwe ava kir da ku azadiya xwe û wan kesan biparêze, her wiha ji bo azadiya jinê jî xebat kir. “

 Hacir Miho jî bang li kesên azadîxwez kir da ku PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derbixin û da zanîn ku PKK'ê rêxistina ku her tim li ser bingeha mirovahiyê kar kiriye û hemû pêkhateyan di hundir xwe de qebûl kiriye.

Hacir Miho wiha dawî li gotina xwe anî:” Her civakek ku hatibû helandin PKK'ê azad kir. Em dibêjin mafê kesî tune ye ku navê vê rêxistinê bixin lîsteya terorê.”

Hêvîn Elûş bang li rêxistinên mirovî kir da ku navê PKK ji ''lîsteya terorê'' biderxin û wiha destnîşan kir :” Yên ku terorê dikin ne PKK'ê ye, lê Erdogan û çeteyên bi wî ve girêdayî ne, ên ku mirovan dikujin û dest dirêjî mala sivîlan dikin. “

Hêvîn Elûş di dawiyê de got :” Erdogan û çeteyên wî asta terorê jî derbas kirine, ew hovîtiya ku li ser zarokan û jinan dide meşandin gihaştiye asta her jor a terorîstiyê.“

ANHA