​​​​​​​Beşeke din a penaberên Iraqê vegerîn Iraqê

Şêxmûs Ehmed eşkere kir ku li gorî koordîneya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Iraqê û Komseriya Bilind a Penaberan a NY`yê de beşeke din a penaberên iraqî vegerîn welatê xwe. Her wiha diyar kir ku tê payîn 800 kes di rojên bê de ji herêmê derkevin.

​​​​​​​Beşeke din a penaberên Iraqê vegerîn Iraqê
4 adar, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN-EKRAM BERAKAT

Duh 3`yê Adarê li gorî koordîneyê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Iraqû Komseriya Bilind a Penaberan a YE`yê de beşeke din a penaberên iraqî bi rêya deriyê Til Koçer derbasî Iraqê bûn.

Derdora 13 hezar penaberên iraqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Piraniya wan ji desthilata Sedam Huseyn û di êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Musilê de ji Iraqê revîne û li başûrê navçeya Girkê Legê, navçeya Til Koçer û Til Hemîsê bi cih bûne. Her wiha navên piraniya wan li cem Komseriya Bilind û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tomarkirî ne.

Piraniya wan penaberan di xwedîkirina sewalan de kar dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel paşguhkirina civata navneteweyî û komseriya penaberan hewl dide pêdiviyên penaberan peyda bike. Rêveberiya Xweser gelek caran bang li her duyan kiriye ku erkên xwe bînin cih, alîkariyan ji penaberan re pêşkêş bikin, deriyên sînor vekin bi taybet deriyê Til Koçer ku bi vetoya Rûsyayê di dawiya 2019`an de hatî girtin.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku penaberên iraqî yên ku duh çûne welatê xwe, piraniya wan ji ber pergala Sedam Huseyn reviyane û li navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê diman. 

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku tê payîn derdora 800 penaber vegerin Iraqê ku hikumeta Iraqê vegera wan qebûl kiriye û ev agahî parve kir: “Ev xebat bi koordîneya di navbera Rêveberiya Xweser û Komseriya Penaberan de pêk tê. Penaber beş beş bi dildarî vedigerin Iraqê.”

(şx)

ANHA