​​​​​​​Rûsyayê li Ukraynayê santrala nukleer a herî mezin a Ewropayê desteser kir

Hêzên Rûsyayê santrala nuklee a herî mezin a Ewropayê ya li Ukraynayê Zaporizhzhya desteser kir.

​​​​​​​Rûsyayê li Ukraynayê santrala nukleer a herî mezin a Ewropayê desteser kir
4 adar, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Santral li başûrê rojhilatê paytext Kîevê ye. Beriya ku santrala nukleer bikeve destê Rûsyayê, êrişeke hewayî li dijî wê çêbûbû û şewat lê derketibû. Kîevê Moskov bi 'terora nukleer' sûcdar kiribû.

Rêveberiya santralê da zanîn ku “Santral ji hêla hêzên çekdar ên Rûsyayê ve hatiye dagirkirin. Personelên operasyonê, blokên enerjiyê kontrol dikin û ji bo ewlehiya kargehê, li gorî hewcedariyên guherînên teknîk, dixebitin.”