Rojnameyên erebî: Parlamentoya Iraqê dê sibê daxwaznameyên namzetiyê qebûl bike

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Iraqê, dosyaya avakirina hikumeta Lîbyayê û rewşa Sûdanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Parlamentoya Iraqê dê sibê daxwaznameyên namzetiyê qebûl bike
4 adar, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

`PARLAMENTOYA IRAQÊ SIBE DAXWAZNAMEYÊN NAMZETIYÊ YÊN SEROKKOMARIYÊ QEBÛL DIKE`

Têkildarî rojava Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Parlamentoya Iraqê dê sibe daxwaznameyên namzetiyê yên serokkomariyê qebûl bike.

Li gel ku PDK`ê dê dîsa namzetiya Rêber Ehmed bide ruxmî ku hîna ne rewa ye, lê YNK`ê li ser namzetê xwe Berhem Salih israr kir û ev yek dê rê li pêşiya pêkanîna lihevkirinekê di navbera her du partiyan de bigire. Pê re senaryoya yekane ew e ku her du partî di parlamentoyê de biçin dengdanê da ku vê mijarê hel bikin. Nexasim ku Dadgeha Federal a ku deriyê namzetiyê careke din vekir, daxwaza rêzdariyê ji biryarên destûrî bê girtin û di demeke kurt de, mijara serokkomariyê çareser bibe.”

`LI LÎBYAYÊ 2 WEZÎRÊN HIKUMETA NÛ HATIN GIRTIN`

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê hikumeta Lîbyayê Fethî Başaxa paşguhkirina hewldanên Ebdulhemîd El-Debîbe didomîne. Ji ber vê yekê El-Debîbe nerazî bû û duh hewldanên xwe zêde kirin da ku erkdarkirina hikumeta nû asteng bike û 2 wezîrên hikumeta nû girtin, tevgera hewayî sekinand da ku nehêle parlamenter û endamên hikumeta rojava bigihêjin Tebraqê û baweriyê nedin hikumetê.

Başaxa got dê hemû vebijêrkan binirxîne û tedbîrên pêwîst bigire da ku desthilata li Terablusê bi zora qanûnê bi dest bixe.

Her wiha Başaxa hewldanên El-Debîbe û êrişa komeke çekdar li ser hinek wezîran şermezar kir.

Niha li Lîbyayê 2 serokwezîr hene. Heta niha helwesta civata navneteweyî ne diyar e. Hişyariyên têkildarî hebûna 2 hikumetan nîşaneya parçebûneke siyasî ya nû dide.”

`YE`YÊ BANGA BILEZKIRINA DIYALOGÊ DI NAVBERA SÛDANIYAN DE KIR`

Girêdayî rewşa li Sûdanê rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Nûnera taybet a Yekitiya Ewropayê (YE) Annette Weber bang li ‘Horn of Africa’ (Şaxê Afrîkayê) kir ku diyaloga di navbera sûdaniyan de bi lez bikin da ku aloziya heyî bi dawî bibe.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Meclisa Serdestiyê ya Sûdanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya li Sûdanê, geşedanên dawîn ên têkildarî diyaloga di navbera aliyan de ku jê tê armanckirin ku lihevkirineke nîştimanî pêk were û dosyayên ewlehiyê hatin nîqaşkirin.

Annette Weber piştî hevdîtina bi Ebdulfettah El-Burhan bi beşdariya balyozê YE`yê yê Sûdanê Robert Van Dendol got encamên hevdîtinê berhemdar bûn û li ser rêgezên giştî yên diyalogê û bilezkirina xebatên diyalogê hatiye lihevkirin.”

(şx)