​​​​​​​QSD`ê îdiayên şandina şervanan ber bi Ukraynayê ve, derewandin

QSD`ê îdiayên dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk a dagirker ku wan şervanên xwe ji bo şerê li Ukraynayê şandine, derewandin û da zanîn ku ew hewldanên bêhêvî yên reşkirinê ne.

​​​​​​​QSD`ê îdiayên şandina şervanan ber bi Ukraynayê ve, derewandin
4 adar, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê duh li ser malpera xwe ya fermî têkildarî îdiayên dezgehên çapeemeniyê  yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD`ê hate gotin: "Gotegot û îdiayên dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk ku me şervanên xwe şandine UKraynayê, derew in û tenê hewldanên bêhêvî ne ku dixwazin navê hêzên me xirab bikin. QSD hêzeke nîştimanparêz û sûrî ye, ji bo parastina xakê û gel tê dikoşe û li dijî êrişên hêzên terorîst û dagirker disekine. QSD bi hemû hêza xwe, erka xwe bi cih tîne û dê pêk bîne."

(eh)