ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-03-2022
4 adar, 2022   00:00

- Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku amargoyeke giran ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser hatiye ferzkirin, yekane navenda tenduristiyê veguherî nexweşxaneyekê ku tevî derfetên kêm xizmeta şêniyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangên hikumeta Şamê yên "lihevkirin",  wekî hewldana vegera welat beriya 2011`an bi nav kirin û got: "Aloziya Sûriyê tenê bi nivîsandina destûrekî ku mafên hemû pêkhateyên di çarçoveya sîstemeke nenavendî de mîsoger dike, çareser dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê de, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Yekitiya Jinên Azad maçeke futbolê li stada Vedeng a Girêkê Legê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir û Hol ên kantona Hesekê bi boneya 8'ê Adarê çalakî tên lidarxistin. Li bajarê Dêrikê jî semînerek li ser têkoşîna li hemberî zihniyeta baviksalarî ji mêran re tê lidarxistin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Sûriyê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di wateya xwe ya rasteqîn de ne wekî roja daxwaza azadiya jinan bû, lê wekî roja gihiştina partiya Baas li desthilata Sûriyê dihat pîrozkirin ku tevahî cûreyên pîrozbahiya vê rojê qedexe kir. Dema ku rêber Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Sûriyê bû, ev şêwaz hate guhertin ku jinan pêvajoyeke girîng di xeta têkoşînê de dan destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Çalakvanê siyasî û parêzerê ji Siwêdayê Adil El-Hadî got, rewşa siyasî, ewlehî û aborî li herêmên hikumeta Şamê êdî nema tê tehmulkirin û destnîşan kir ku tevî gefên hikumetê yên li dijî xwepêşandanên li Siwêdayê wê xwepêşandan dewam bikin. El-Hadî da çareseriya herî guncaw a ji bo aloziya Sûriyê, rêveberiya xweser e. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Endamên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê destnîşan kirin ku Partiya Karkerên Kurdistan xwedî projeyek rast a ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, her wiha banga derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Enes El-Hesanî diyar kir ku komîteyê zêdetirî hezar û 500 ton semad li cotkaran belav kir û sotemenî li xwediyên bîrên tirwazî jî belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA