​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê banga rakirina qedexeya li ser PKK'ê kir

Endamên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê destnîşan kirin ku Partiya Karkerên Kurdistan xwedî projeyek rast a ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, her wiha banga derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" kirin.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê banga rakirina qedexeya li ser PKK'ê kir
4 adar, 2022   00:41
DÊRAZOR- FATME EL-EBID

Welatên Ewropa û DYA'yê ji bo berjewendiyên xwe û bi zexta dewleta Tirk a dagirker, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî rêxistineke terorîst bi nav kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyek ji bo derxistina navê PKK ji "lîsteya terorê" tê meşandin.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Meclisa Rojhilat a bajarokê Hecînê, Hemûd El-Merkaz diyar kir ku xistina navê PKK'ê di "lîsteya terorê" de dijmirovahiyê ye û got: " Partiya Kakerên Kurdistanê kiryarên texrîbî nekiriye û li dijî pergal û qanûnan ranebûye. Em gelên azadîxwaz xistina Partiya Karkerên Kurdistanê nava vê lîsteyê qebûl nakin."

Hemûd El-Merkaz destnîşan kir ku hêzên ku ev partî xistine "lîsteya terorê" dixwazin wêneya partiyê li pêşberî civakên azadîxwaz reş bikin, da ku îradeya wan bişkînin û wan di bin desthilatdariya dewletên kapîtalîst de bihêlin.

El-Merkaz bi domdrî got, PKK'ê ji bo demokrasî, edalet, wekhevî û fikira azad di nav hemû pêkhateyan de dixebite. Her wiha da zanîn ku PKK'ê li herêmê şerê terorê kir û bi hezaran şehîd dan da ku herêmê ji lepên terora ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wê dike, rizgar bike.

Hevserokê Meclisa Ciwanan a herêma rojhilat Hatim El-Kihêlet got: "Pêwîstiya şer û pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û li Rojhilata Navîn bi giştî rû didin bi çareseriyeke siyasî û wekhev di navbera hemû gelên herêmê de bi bawerî, mezheb û olên xwe bêyî ku cudahiyê bixin navbera wan, heye."

Hatim El-Kihêlet wiha lê zêde kir: "Di tecrubeyên me yên salên borî de ji bilî Partiya Karkerên Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan, em ji tu welatên desthilatdar tu projeyek wekhevî û biratiya gelan nabînin."

Hatim El-Kihêlet anî ziman ku welatên ku navê PKK’ê xistine "lîsteya terorê" di berdewamkirina şer de berjewendiyên xwe dibînin û got: "Ji ber vê yekê em dibînin ku hewl didin nasnameya gelên ku armanca wan avakirina civakeke azad e ku koletî û neheqiyê red dike, ji holê rakin."     

Di dawiyê de Hemûd El-Merkaz û Hatim El-Kihêlet bang li rêxistinên mafên mirovan û welatên Ewropayê kirin ku navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" derxînin û got heta derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" dê têkoşîna xwe bidomînin.

(dx)