Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.

Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê
3 adar, 2022   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên jinan ên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a girêdayê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê kargeha Firat a guvaştina mêweyan vekir.

Di merasîmê vekirina kargehê de nûnerên nivîsgeh û komîteyên jinan , saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê beşdar bûn.

Heveroka Komîteya Aborî ya Tebqayê Wezîra El-Ebas vekirina kargehê û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û got: "Ev kargeh taybet ji bo jinan hatiye vekirin da ku aboriya xwe pêş bixin û rola ya aktîv di pêşxistina qada aborî de pêk bînin."

Deriyê kargeh ji aliyê dayika şehîd Mihemed Nûr Silêman, Rena Mihemed ve hate vekirin.

DÊRAZOR

Li Dêrazorê jî, Komîteya Jinan gul diyarî edamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bendên kontrolê kir.

Di vê çaroveyê de, endama rêveber a Komîteya Jinan a Dêraozrê, Fatima Merwan diyar kir ku çalakiyên wan yên ji bo 8'ê Adarê  pir in.

Her wiha endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê Meryem El-Ewed jî diyar kir ku piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê jinan di bin siya Rêveberiya Xweser de di hemû qadên civakî de hebûna xwe îsbat kirin û got: "Wekî ku em dibînin di tevahî çalakî û mîhrîcanên çandî de beşdar dibin."

KOBANÊ

Bi diruşma "Bi reng û vîna jina azad em destkeftiyên şoreşê diparêzin", Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dest pê kir.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif axivî û bal kişand ser girîngiya wênesazî ji bo gelan ku bi rêya wê dîrok û rastiya xwe biparêzin. Her wiha got: "Wênexêz zimanê cîhanê ye û dîrokê belge dike."

Rodîn Yûsif diyar kir ku armanca wan ji vê pêşangehê derxistina bedewabûna herêmê û şerê ku lê rû dane ye.

Di pêşangehê de derdora 50 wêne ku ji aliyê 17'ê xwendekaran ve hatine xêzkirin, hatin daliqandin. Piraniya wêneyan li ser rola jinan di civakê de ye.

Pêşangeh wê sê rojan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dewam bike. Piştre wê li qada Şehîd Egîd a naverasta bajar were vekirin, li vir jî wê sê rojan dewam bike û piştre wê li navçeya Sirînê were vekirin.

REQA

Şandeyek ji Rêveberiya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah serdana Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê kir. Şandeyê 8'ê Adarê li endamên nivîskê pîroz kir.

Li aliyekî din Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê şahiyek bi beşdarbûna bi dehan jinan li dar xist.

Di şahiyê de Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Piştre govendên folklorî û şano hatin pêşandin. Şahî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

HESEKÊ

Her wiha Kongra Star pêşangeheke mobîlyayan li taxa Miftî vekir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd anî ziman ku vekirina vê pêşangehê destpêka projeyan e û diyar kir ku dê gelek projeyên wan ên din hene.

Li aliyekî din jî Meclisa Edaleta Civakî ya Ermenî şahiyeke li hola Reşo ya bajarê Hesekê li dar xist. Endamên Kongra Star Meclisa Leşkerî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Meclisa Leşkerî ya Ermenî Yêrîvan Serêkaniyê axivî û got: "Dema em behsa jinan dikin, em behsa fedekariyê dikin. Bi salan jin rastî tundî û koletiyê hatin û ji mafên xwe bê par hatin hiştin."

Yêrîvan Serêkaniyê got: "Em soz dikin tevahî jinên cîhanê, bi taybet jinên ermenî ku em ê mafên jina biparêzin da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku jin di hemû qadên jiyanê de dikarin serkeftinê qezenc bikin."

Piştî axafinan, Koma Ararat govendên folklorî gerandin.

Bi heman armancê endamên Nivîsgeha Jinan a PYD'ê ya Hesekê serdana bendên kontrolê kirin û gul û şêranî pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Endama PYD'ê Sebah Reşîd axivî û got: "Em vî roja cîhanê li tevahî jinên cîhanê, bi taybet jinên têkoşer ên ên ji bo bi şev û bi roj ji bo vî welatî dixebitin, pîroz dikin."

Li aliyekî din, Nivîsgeha Jinê ya Şaredariyan a Hesekê pêşbaziyeke ji endamên şaredariyê re li dar xist. Pêbazî ji pêşiya Navenda Çandê ya Serdem dest pê kir li çerxerêya Sebax bi dawî bû.

ANHA