Malbata rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbata rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê serî li dozgeriyê da
4 adar, 2022   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê; birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdan kir.

Parêzerên rêber Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê bibînin her hefte 2 caran serî li dozgeriyê didin lê tu bersivek jê re nayê dayîn. Li ser vê yekê parêzeran di 22'yê Mijdara 2022’yan de li Dadgeha Ceza ya Bursayê serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir. Piştî vê serlêdanê derketibû holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li rêber Ocalan hatine birîne.