Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku amargoyeke giran ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser hatiye ferzkirin, yekane navenda tenduristiyê veguherî nexweşxaneyekê ku tevî derfetên kêm xizmeta şêniyan dike.

Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
Ji navendeke tenduristiyê veguherî nexweşxaneyê
4 adar, 2022   01:47
HELEB- NESRN ŞÊXO

JI DIBISTANÊ VEGUHERÎ NAVENDEKE TENDURISTIYÊ

Dibistana Yasîn Yasîn ya li taxa Şêxmeqsûdê di sala 2012'an de veguherî nuqteyeke tenduristiyê.  Di demekê de ku piraniya bijîşk û ​​karmend di encama şer de ji taxê derketin, hejmarek kes bi dildarî ji hemşîreyekî xwedî tecrûbe di warê alîkariya lezgîn û çawaniya dermankirina şewat û birînan de, perwerde dîtin,

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Leyla Hesen got di sala 2013'an de hikumeta Şamê bi balafirên xwe nuqteya kombûna sivîlan bombebaran kir û di encamê de gelek şêniyên taxê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî bi giranî birîndar bûn.  

ROLA NAVENDA TENDURISTIYÊ DI ŞER DE

Dema şerê li taxê 5-6 kes bi dildarî di vê navenda tenduristiyê de dixebitin, birîndar derman dikirin û yên giran radikirin nexweşxaneyan.

Navenda tenduristiyê ji bo rizgarkirina sivîlan, ji cihekî bo cihekî din li taxê dihat veguhestin, her wiha demekê li Seken Şebabî bi cih bûbû. Lê çeteyên "Heyenî" navend kirin hedef û 2 endamên wê Nihyat Polî û Cîger revandin  ku heta niha çarenûsa wan hîn ne diyar e.

Piştre navenda tenduristiyê derbasî aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd a navenda sereke Yasîn Yasîn  bû ku niha bi navê nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir tê naskirin, li wir birîndar bi derfetên kêm dihatin dermankirin, ji ber ku ji aliyê hikumeta Şamê ve ambargo li ser taxê hatiye ferzkirin.       

JI BER DORPÊÇÊ ENCAMÊN XIRAB DERKETIN

Leyla Hesen destnîşan kir ku tax ji hemû aliyan ve hatibû dorpêçkirin, ji ber vê yekê peydakirina derman ji bo nexweşên giran gelekî zehmet bû û ev yekê jî bû sedem ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.       

Leyla Hesen: "Ji bo rizgarkirina birîndaran me sîrom û derman ji dermanxaneyên ku hatine terikirin û yên wêrankirî dabîn dikir. Ji ber ku li nuqteya tenduristiyê pêwîst kêm bûn û odeya emeliyetan jî tune bû, di heman demê de ji ber ambargoyê me nedikarî birîndaran bişînin derve, di encamê de gelekan jiyana xwe ji dest da."

Nuqteya tenduristiyê di sala 2016'an de veguherî navendeke tenduristiyê ku ji gelek beşan, bijîşk tê de dixebitin. Her wiha beşek ji xwendekar û kesên bi dildarî tevlî vî karî bûne, şandin Efrînê da ku pewerdeyên pêwîst bibînin.

Piştî vegera xwendekaran ji Efrînê, beşa emeliyatê li kilînîkê ji nû ve hate aktîfkirin û tenê sê doktor tê de dixebitin, Cemîl Bîlal û Şahid ji bo beşa emeliyatên neştergeriyê, Şahid ku di encama bombebaranê de şehîd bû û doktor Mihemed Casim.

Her sê bijîşk beşdarî pêşxistina navendê û çawaniya dermankirina birîndarên şer li kilînîkê bûn, ku bijîşk li taxê tune bû.

QONAXÊN DAWÎ YÊN PÊŞXISTINÊ

Di qonaxa xwe ya dawî de, navvend di sala 2018'an de veguherî nexweşxanê û bi navê Şehîd Xalid Fecir hate binavkirin, ku li eniya taxa Eşrefiyê di encama êrişên komên çete de di 2'ê Nîsana 2016'an de şehîd bû.        

Di nexweşxaneyê de gelek beşên nû hatin vekirin, du odeyên emeliyatê, beşa lênerîna giran, beşa zarokên nû jidayik dibin, taqîgeh, dermankirina lezîn, radyolojî, hundirîn, kilînka hestî, dil, çav û beşê jinan.

Di destpêka vekirina nexweşxaneya nexweş bê pere dihatin dermankirin, lê ji ber mercên xirab ji bo paydakirina amûrên pêwîst û dermanan, lênêrîn tenê bi 500 lîreyên sûrî bû.

DI DEMA KORONAYÊ DE

Di dema derketina nexweşiya Koronayê de, nexweşxaneyê rola girîng lîst û endamên wê ji bo hişyarkirina şêniyan li ser metirsiyên vîrusê û rêyên pêşîlêgirtina wê xebitîn.

Têkildarî astengiyên ku di dema belavbûna vîrusa koronayê de derketin, Leyla Hesen got: "Me sê ode ji bo dermankirina nexweşên koronayê vekirin, lê ji ber kêmbûna oksîjenê ji ber buhabûna wê, ku her lûleyek oksîjen gihaşt 25 hezar, me zehmetî kişand."      

Leyla Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku piştgiriyê bide nexweşxaneyê.         

'NEXWEŞXANE JI BO ME DIXEBITE'

Yek ji welatiyên taxa Şêxmeqsûd Hisên Ehmed ku ji bo dermankirina zarokên xwe serî li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dide wiha got: "Dema em zarokên xwe ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyê, em gelek sûdê dibînin, ji ber ku buhayê wê li gorî rewşa me ya debarê ye."         

Hisên Ehmed wiha lê zêde kir: "Vekirina nexweşxaneyeke bi vî rengî li taxê karekî baş e û di xizmeta şêniyên taxê de ye, danûstandina hemşîre û bijîşkan bi nexweşan re pir baş e. Em spasiya wan dikin."

Welatiya bi navê Nayle Nasir got: "Berê nexweşxane dermanxaneyek bû, em gelek kêfxweşin ku pêşketin tê de çêbû ku hemû pêdivî û klînîk tê de hene, heger hestî an dil an çavan  û hwd be. Buhayê dermankirinê jî baş e."          

(dx)

ANHA