Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve provakasyonek xeter

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li dijî yekîneyên meclisê êrişên provakatîv pêk anîn. Di êrişê de 2 şervanên meclisê şehîd bûn û yek birîndar bû.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve provakasyonek xeter
1 adar, 2022   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî wiha ye:

"Îro piştê nîvro di seat 15:30' an de li derdorê gundê Gozelê ku dikeve rojavayê navçeya Til Temir, ji noqteyek rejîma Sûriyê ve li hember yekîneyên me êrişek provakatîf hat lidarxistin. Hêzên me demildest bersiva vê êrişê dan. Di encama pêvçûnê de 2 şervanên me şehîd ketin, şervanekî din jî birîndar bû. Her wiha di vê pêvçûnê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Ji bo ku sedema ev bûyera provakatîf were zelalkirin ji aliyê yekineyên me yên pêwendîdar lêkolîn hat destpêkirin. Em li gorî encamên ku derketine holê helwestên pêwîst nîşan bidin."

ANHA