Yekitiya Jinên Ciwan û Hîlala Zêrîn bi boneya 8'ê Adarê çalakî li dar xistin

Li Minbic û Kobanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

1 adar, 2022   17:13
MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, Yekitiya Jinên Ciwan destpêka Adarê bi diruşma "Em bibin yek ku tolê hilînin û dagirkeriyê têk bibin" konê çalakiyê li çerxeriya Sebi Behrat a rojavayê bajêr vegirtiye.

Çalakî bi deqeyeke rêz dest pê kir, dûvre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Sêdana Henûş bixêrhatina beşdaran kir û Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û wiha got: "Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê em tevahî jinên cîhanê bi vê boneyê ku bi destpêka biharê re tê pîroz dikin û dibêjin her sal li we pîroz be."

Di çalakiyê de li ser navê Rêxistinên Civaka Sivîl hevseroka Komeleya Çeçen Talîn Necmedîn axivî û ev tişt anî ziman: "Bi rihê berxwedana jina têkoşer, em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwaz dikin û li hemû jinên ku nûnertiya hêviya mirovahiyê bi kedên xwe dikin, pîroz dikin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Jinan a Sûriyê Rola Osman wiha got: "Li ser navê xwe û navê Meclisa Jinan a Sûriyê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikim. Jin dengê bilind di civakê de ye û têkoşera ji bo pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de ye."

Piştre endama Komîteya Perwerdê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Hîbe El-Ehmed ev roj li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li jinên cîhanê bi giştî pîroz kir û got ruxmî jin di hemû astengiyan re derbas dibin, lê hîna jî bi hêz e û li ber xwe dide û xwe danaxe."

Di çalakiyê de pêşbaziya bi biskilêtan a jinên ciwan li dar ket.

KOBANÊ

Girêdayî mijarê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê bi daxuyaniyekê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Daxuyanî li nêzî nîşaneyeke berxwedanê ku tê de gelek helbestên şehîdên YPJ’ê hene, hate xwendin.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên tevgerê ji aliyê endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê Zîlan Celîlatî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, desthilata baviksalariyê tevahî cureyên îşekenceya fîzîkî û derûnî li ser jinan dimeşînin da ku vîna wê bişikînin û desthilatiya xwe li ser jinê û hebûna wê ferz bike. Her wiha hate diyarkirin ku jin li hemberî zihniyeta desthilatdar li ber xwe dide da ku azadiya xwe bi dest bixe û çanda xwe biparêze.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çanda berxwedanê di hebûna jinê hat çandin de ku mîrasek ji têkoşîna li dijî desthilata baviksalariyê ya serdest afirand û li tevahî cîhanê bi hezaran jin ji bo azadiya xwe canê xwe feda kir.

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Hîlala Zêrîn 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û soza şopandina fikirê rêber Abdullah Ocalan da.

(fr)

ANHA