Adil El-Hadî: Daxwazên şêniyên Siweydayê rewa ne

Parêzer û çalakvanê siyasî Adil El-Hadî got daxwazên şêniyên Siwedayê mafdar û rewa ne, divê hikumeta Şamê daxwazên wê bîne cih. Her wiha got, bertekên hikumeta Şamê, zihniyeta wê ya çewsandinê nîşan dide ku gel dijminê xwe dibîne.

Adil El-Hadî: Daxwazên şêniyên Siweydayê rewa ne
23 sibat, 2022   04:28
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Di vê dawiyê de şêniyên parêzgeha Siweydayê ya  başûrê Sûriyê, li hember rewşên nebaş û biryarên hikumeta Şamê xwepêşandan li dar xistin. Gelek aliyan banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li parêzgehê kir. Lê hikumeta Şamê mîna her car, hewl dide tecrubeya li Derayê ya bi zexta Rûsyayê pêk aniye, li Siweydayê jî pêk bîne. Parêzer û çalakvanê siyasî Adil El-Hadî yê ji Siweydayê got daxwazên şêniyan mafdar in û divê werin bersivandin.

Adil El-Hadî di hevpeyvînekê li gel ajansa me de got, divê hikumeta Şamê veguhastina siyasî qebûl bike, da ku pergaleke demokratîk a laîktî li Sûriyê were avakirin. Her wiha anî ziman ku modela Rêveberiya Xweser, wesîleya avakirina dewleteke rastîn a nîştimanî û pêkanîna pergala demokratîk e.

Hevpeyvîn wiha ye:

Şêniyên Siweydayê piştî çend rojan ji taloqkirina xwepêşandanan careke din dest bi xwepêşandanan kir. Wan bi vê yekê xwest muhletê bidin hikumeta Şamê ku daxwazên wan pêk bînin da ku Sûriye bibe dewleta qanûn û saziyan ne dewleta gendeliyê. Gelo hûn daxwazên şêniyên Siweydayê çawa dinirxînin?

Daxwazên şêniyan wekî daxwazên hemû sûriyên bi şeref in ku dixwazin dewleteke rastîn ava bikin û welatekî wekhev û bi rûmet tê de bijîn. Ev mafên wan ên herî besît e. Destûrê jî derfet da mafê lidarxistina xwepêşandan û daxwazên rêgirtina li pêşiya gendeliyê.

Xwepêşandan li Siweydayê li dijî rewşên dijwar lidar ketin û banga pêkanîna Rêveberiya Xweser hat kirin. Lê hikumeta Şamê mîna her car hewl dide daxwazên xwepêşandêran berovajî bike. Bi nêrîna wê çima hikumeta Şamê daxwazên demokratîk ên pêkhateyên Sûriyê paşguh dike?

Hikumeta Şamê ji ber desthilat û zihniyeta xwe ya çewisandinê, daxwazên gel paşguh kir. Bangewazî an ku daxwazên pêkanîna modela Rêveberiya Xweser an ku rêveberiyeke berfireh a nenavendî, daxwazên rewa ne. Ji ber ku ev model ji pergala navendî ya çewisandinê serkeftîtir in. Tevî ku di qanûna rêveberiya herêmî ya Sûriyê ya bi hejmar 107 sala 2011`an de bi awayekî eşkere banga pêkanîna nenavendîbûna rêveberî kir, lê  pêwîstiya vê qanûnê bi guhertinê heye heta ku li gorî vê têgehê be.

Hikumetên Sûriyê yên li dû hev hatine ser desthilatê, di çêkirina aloziyan, zaîfkirina welat û xirakirina tevna nîştimanî de roleke afrîner lîst. Ji ber ku her tim hemû kesên banga mafên xwe yên rewa dikin û hewl didin dewleteke rastîn ava bikin, bi tawanên cuda tawarbar dikin. Diyar e ku rejîma navendî ya li Sûriyê, tenê çareseriyên çewisandinê dizane û tiştek ji tecrubeya 10 salên borî negirt.

Bi nêrîna we, gelo ji hikumeta Şamê nayê xwestin ku zihniyeta xwe biguhere. Ji ber ku nêzîkatiyên wê nekarîn aloziyê çareser bikin û çareserî di qebûlkirina pirrengiyê û mafên hemû sûriyan de veşartî ye. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela Rêveberiya Xweser bi pêş dikeve ku dikare pêwîstiyên hemû gelên Sûriyê pêk bîne?

Bêguman hikumeta Şamê veguhastina siyasî ya ji bo avakirina pergaleke demokratîk a ilmanî (laîktîk) qebûl nake. Ev yek dê bi xwe re destûrê biguhere ku berjewendiyên hemû sûriyan pêk bîne.

Tecrubeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şert û mercên dijwar de ava bû. Gelek hêzên hegemonîk xwestin vê tecrubeyê têk bibin. Ruxmî wê jî bi ser ket û niha xwe bi pêş dixe.

Hikumeta Şamê li şûna diyalogê, planên cihereng ji bo ferzkirina desthilata xwe pêk tîne. Ev yek di vê dawiyê de li Derayê bi rêya planên "lihevkirinan" diyar bû. Gelo hûn çawa van "lihevkirinan" dinirxînin û metirsî çi ne?

Bi rastî hikumeta Şamê bi van hewldanan zihniyata xwe ya zordest rave dike ku gel dijminê xwe dibîne. Lihevkirin bi bin ketin. Bi xwe xebateke derexlaqî ye û li ser bingeha serkeftî û binkeftî ava dibe. Ji ber wê bi ser neket û bû zemîna rûdana tundiyeke din li welat.

Gelo hikumeta Şamê dikare vê planên li Siweydayê jî pêk bîne?

Rewş li Siweydayê cuda ye. Ji ber ku rêxistinên olî yên tundraw û li gorî qanûnên navneteweyî terorîst lê tunene. Lê hêzên ewlehiyê dixwazin van lihevkirinan li ser çalakvanên siyasî û sivîl pêk bînin û hemûyan bi tawanên nerast tawanbar bike. Ez bawer nakim ku ev yek li Siweydayê bi ser bikeve.

Şêniyên Siweydayê herêmên xwe bi xwe diparêzin. Bangewazî hene ku modela Rêveberiya Xweser li wir pêk were. Gelo çi ji aliyên siyasî û rewşenbîran tê xwestin ku vê modelê pêk bînin?

Erê rast e şêniyên Siweydayê herêmên xwe ji DAIŞ`ê parastin. Hikumeta Şamê tu destek ne leşkerî û ne jî istixbaratî ji wan re pêşkêş nekir. Ev yek hişt ku aliyên têkildarî li Siweydayê mijara Rêveberiya Xweser bi awayekî cîdîtir bigirin dest. Mijara rêveberiya nenavendî, rêveberiya xweser, federalî û konfedralî modelên rêveberiyê ne û pêwîste ji şêniyan re bê şîrovekirin. Divê ragihandin li rex siyasetmedar û rewşenbîran vê yekê bikin. Ji ber ku rejîm û ragihandina wê ya derew wekî her cara ev têgeh berovajî kirin.

Hûn modela Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin. Heta kijan astê ev model dikare aloziya li welêt çareser bike?

Modela Rêveberiya Xweser, rêbaza birêvebirinê ya herî adil  û serkeftî ye ku herêman bi pêş dixe, rê li pêşiya gendelî, çeteyên pereyan ên ku xwîna sûriyan vexwarin û aboriya wan têk bir digire. Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dewleteke rastîn, pêkvejiyaneke neteweyî û pergaleke demokratîk wesîleyeke.

(şx)

ANHA