ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-02-2022
23 sibat, 2022   00:00

-108 şehîd, 90 roj ji berxwedan û hevgirtina pêkhateyên navçeya Til Temirê bi serkeftina li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tacîdar bû û bû çîrokeke din ji çîrokên berxwedana li hemberî hêzên tarî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif da zanîn ku li hember şerê taybet ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê civak xwe bi çeka zanabûnê xurt bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ziman nasname û hebûn e û got Şoreşa 19’ê Tîrmehê derfet da gelên herêmê da ku ziman û çanda xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen ên kantona Şehbayê da zanîn wan li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir û got: " Tevî hewldanên dewletên hegemon ên belavkirina fitneyê em ê banga azadiya fîzîkî ya rêbertî berdewam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Dîwana Çalakiyên Hevpar Ên Tevger û Rêxistinên Jinan Ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ku li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dide, bernameya çalakiyên 8'ê Adarê yên li herêma Cizîrê eşkere dike, saet 12:00'an. Meclisa Jinan a Sûriyê jî bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê eşkere dike, daxuyanî li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a bajarê Reqayê tê xwendin. Bi heman armancê endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Jinên Ciwan belavokan belav dikin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rûsyayê careke din behsa tevlêbûna Kurdan di xebatên guhertina destûra Sûriyê de kir. Gelo ev daxuyanî heta kijan astê cidî ne? Têkiliyên wê bi geşedanên navneteweyî re, bi taybet ên li Ukraynayê re hene? Rûsya ji tevlêkirina Kurdan çi armanc dike? (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Parêzer û çalakvanê siyasî Adil El-Hadî got daxwazên şêniyên Siwedayê mafdar û rewa ne, divê hikumeta Şamê daxwazên wê bîne cih. Her wiha got, bertekên hikumeta Şamê, zihniyeta wê ya çewsandinê nîşan dide ku gel dijminê xwe dibîne. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Piştî biryara Dadgeha Federal a nerewabûna qanûna petrol û gaze ya herêma Başûrê Kurdistanê, aloziya di navbera Bexda û Hewlêrê de zêde bû. Pisporên ji Iraqê diyar kirin ku ev biryar wê tevgerên desthilata Hewlêrê lawaz bike û wê Hewlêr nikaribe mîna berê petrolê bifroşe. Her wiha destnîşan kirin ku asta cidiyeta pêkanîna vê biryarê li ser hikumeta bê ya Iraqê dimîne. (BI WÊNE).

 CIVAK Û JIYAN

- Ji ber kêmbûna baranê cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga destekdayîna zêdetir kirin. Hevserokê Desteya Çandinî diyar kir ku ji ber ambargoyê zehmetiyan dikişînin û planên wan ên destekdayînê hene. Her wiha diyar kir û xebatên wan ên sereke destekdayîna berhemê genim e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA