Gelo Rûsya di bangewaziyên xwe de cidî ye?

Rûsyayê careke din behsa tevlêbûna Kurdan di xebatên guhertina destûra Sûriyê de kir. Gelo ev daxuyanî heta kijan astê cidî ne? Têkiliyên wê bi geşedanên navneteweyî re, bi taybet ên li Ukraynayê re hene? Rûsya ji tevlêkirina Kurdan çi armanc dike?

Gelo Rûsya di bangewaziyên xwe de cidî ye?
23 sibat, 2022   01:51
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Nûnerê serokê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê karên derve Mîxaîl Bogdanov got ew piştgiriyê dide tevlêbûna nûnerên Kurdan di xebatên guhertina destûra Sûriyê de.

Bogdanov ji Rûsya El-Yewm re axivî û got: “Heke em behsa guhertina destûrê bikin, wê demê em piştgiriyê didin nûnerên Kurdan ku tev li vê xebatê bibin. Ev yek dê rê li pêşiya tawanên cudaxwaziyê bigire.”

Bogdanov wiha domand: “Taîfe û neteweya wan çi dibe bila bibe, em piştgiriyê didin hemû sûriyan ku çareseriyan li gorî rêgezên parastina yekitî û serdestiya Sûriyê bibînin.”

`BANGEWAZIYÊN NECIDÎ`

Hemwextî van bangewaziyên Rûsyayê, wezîrê parastinê yê Rûsyayê serdana Sûriyê kir û wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad jî serdana Moskovê kir.

Ruxmî van bangewaziyan, lê hikumeta Şamê helwest û daxuyaniyên dijminane li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide. Feysal El-Miqdad di civîna çapemeniyê ya li gel wezîrê karên derve Sergey Lavrov de li Moskovê Rêveberiya Xweser bi cudaxwaziyê tawanbar kir.

Girêdayî mijarê nivîskar û rojnamevan Hisên Omer diyar kir ku dûr e bangewaziyên Bogdanov tiştekî cidî di pratîkê de çêkin û wiha domand: “Ez bawer nakim, ji ber ku daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Sûriyê diyar in ku Rêveberiya Xweser wek cihekî cudaxwaz dibîne. Yanî bangewaziyên Rûsyayê bê encam in û hikumeta Şamê nêrîna xwe ya neteweperestî û înkarkirinê didomîne û delîla necidîbûna bangewaziyên Rûsyayê ye.”

Ev ne cara yekemîn e ku Rûsya daxuyaniyên wiha dide. Beriya vê jî dema nakokî di navbera wê û Tirkiyê de li ser Sûriye û cîhanê bi giştî çêbûn, dîsa daxuyaniyên wiha dan.

Der barê necidîbûna bangewaziyên Rûsyayê de Hisên Omer got: “Ew dixwaze peyaman bide Tirkiyê ku heke bi Amerîka û Ukraynayê re sekinî, dê Rûsya piştgiriyê bide Kurdan. Ji ber ku Rûsya baş dizane ku Erdogan li hember dûrxistina Kurdan ji xebatên siyasî, dê tawîzan bide.”

Hemwextî rageşiya li ser sînorên Ukraynayê ya di navbera Rûsya û hevalbendên wê û Amerîka û hevalbendên wê de, Rûsyayê ev daxuyanî dan. Li aliyekî din Tirkiye hewl dide sûdê ji vê nakokiyê bigire, mîna ku li Sûriyê kir.

Di vî warî de Omer got: “Rûsya ji 2015`an ve Kurdan li hember dewleta Tirk bi kar tîne û li du hev tawîzan jê dibe. Rûsya ji vê yekê armanc dike Tirkiyê ji Amerîka û NATO`yê dûr bixe. Erdogan jî ji hevkariya xwe ya bi Amerîkayê û endamtiya wê di NATO`yê de zêdetir sûd ji tawîzên Rûsyayê girt. Avantajên ku Rûsyayê ji Erdogan re pêşkêş kirine, ji bo Erdogan xewn û xeyal bûn. Heke li benda Amerîkayê bimaya, dê ev xeyal dereng bi dest xistibana. Tirkiye piraniya sînorên Sûriye-Tirkiyê bi saya hevkariya Rûsyayê û piştgiriya wê dagir kirin.” 

`BANGEWAZIYÊN KIRÊT`

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangewaziyên Rûsyayê bi erênî nirxandin û destnîşan kir ku divê hemû gelên herêmê tev li xebatên siyasî bibin.

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê got: “Daxuyaniyên Bogdanov ên têkildarî komîteya destûrê û pêwîstiya tevlêkirina herêmên Rêveberiya Xweser, rastiya pêwîstiya vê pêvajoyê bi çareseriyeke sûrî destnîşan dike.”

Rêveberiya Xweser daxuyaniya xwe wiha domand: “Ev daxuyanî li gorî nêrîna Rêveberiya Xweser e ku divê hemû gelê Sûriyê tev li xebatên siyasî, diyaloga sûrî û sazkirina destûrê bibe bi şêwazekê ku pêşerojeke adil û wekhev ji sûriyan re peyda bike.”

Rêveberiyê diyar kir ku daxuyaniyên Rûsyayê erênî ne û rave kir ku ew amade ye tev li hewldanên pêkanîna çareseriya li Sûriyê bibe.

Têkildarî vê mijarê rojnamevan û nivîskar Hisên Omer wiha got: “Ev banga Rûsyayê ji bo ku Kurd tev li xebatên siyasî bibin, helwesta rejîmê ye. Rûsya mîna rejîmê dixwaze Rêveberiya Xweser ji Kurdan cuda bike. Dixwaze Rêveberiya Xweser nûnertiya hemû Kurdan neke. Ji ber wê bi wan re dest bi diyalogan nake, heta ku şandeyeke hevbeş çêdikin. Ew baş dizane ku ev yek hema bêje ne gengaz e. Armanca veşartî ya vê bangewaziyê derxistina dijminatî, şik û bêbaweriyê di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Di wê çarçoveyê de rejîm bi desteka Rûsyayê navendên lihevkirinê vedike.”

Omer di dawiyê de ev yek destnîşan kir: “Rûsya bi van bangewaziyan piştgiriyê dide helwestên rejîmê ku çareseriya siyasî ya li ser bingeha parastina mafên rewa di çarçoveya dewleteke demokratîk a pirreng û nenavendî de, red dike. Yanî bi kurt û kurmancî, Rûsya hewl dide ajandeyên xwe pêk bîne, ne ku çareseriyeke rasteqîn ji aloziyê re peyda bike.”

(şx)

ANHA