Divê her tîpek jî bibe sedema serhildanê -AHMET BÎRSÎN

Divê her tîpek jî bibe sedema serhildanê -AHMET BÎRSÎN
22 sibat, 2022   00:38

Her çi qas di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de jî pirsgirêka ziman her ku diçe zêde dibe, lê dîsa jî wek pirsgirêkeke sereke ya Kurdan di rojevê de dimîne. Kurd demeke dirêj ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li çar parçeyên Kurdistanê tê koşiyan. Di dawiyê de bi şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê re pirsgirêka perwerdeya kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser bû. Lê li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê ev nêzî sed sal e li ser kurdî polîtîkayeke bêsînor a zext û asîmîlasyonê heye. Di vî warî de li dibistanan "dersa hilbijartî" ku îro li Bakurê Kurdistanê bi berfirehî tê nîqaşkirin, divê nekeve pêşiya maf û têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê. Berevajî vê yekê divê nêzîkatiya ku rê li ber perwerdeya zimanê dayikê vedike, esas bê girtin.

ZIMAN BÎRA CIVAKÊ YE

Her kes dizane ku tu welatek bi qasî Tirkiyê li ser ziman hişk nîn e. Paranoyaya wan ew e ku heke zimanekî din bê bikaranîn dê Tirkiye parçe bibe. Li aliyê din, heke mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê nebe, dejenerasyona çandî dê girantir bibe û dema pêşketinên teknolojîk ên ragihandinê yên roja îro li ber çavan werin girtin, dê polîtîkaya asîmîlasyonê bêhtir bikeve meriyetê. Bi taybetî jî ji bo ciwanan dê girantir be. Heke em ziman wek bîra herî bingehîn a civakekê binirxînin, wê demê qutbûna di navbera nifşan de zêdetir bibe. Qutbûna ji çandê, helandin û xwe-biyanîkirin dê zêdetir bibe. Îro ji ber koçberkirina Kurdan ber bi metropolan ve, Kurdan neçarî axaftina bi tirkî dikin. Herî zêde jî bandor li ciwanan dibe. Di vî warî de ciwan hedefa asîmîlasyona mêtingeriyê ne.

KOMKUJIYA ÇANDÎ DEWAM DIKE

Bi taybetî dema ku mirov li karakterîstîka mêtingeriya Tirk binêre, ji destpêkê ve dema ku polîtîkayên komkujiyê yên bi mebesta tunekirinê çêdikin, ji hêla din ve jî ji ber ku Kurdistanê wek qada xwe ya belavbûna neteweyî dibînin, îro jî bi hemû leza xwe polîtîkaya qirkirina çandî dimeşînin. Li ber çavan e ku zimanên gelên Tirkiyê tên qedexekirin û bi gotina "Ji bilî tirkî tu ziman nikare wek zimanê dayikê ji bo perwerdeyê bê hînkirin" polîtîkaya qirkirina çandî îro bi rengekî hişk ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve tê meşandin.

DERSA HILBIJARTÎ POLÎTÎKAYA EGLEKIRINÊ YE

Divê were zanîn ku dersa hilbijartî ne qenciyeke faşîzma AKP-MHP'ê ye, berevajî encama têkoşîna azadî û demokrasiyê ya tevgera azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Li gorî vê yekê, mirov dikare bêje ku di encama 'Pêvajoya Çareseriyê' û qanûnên Yekitiya Ewropayê ya sala 2012'an de bi pêş ket. Lewma AKP ku hewl dide ji zextên giran ên têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê yên li qada neteweyî û navneteweyî rizgar bibe, dersa hilbijartî wek polîtîkayekê derxistiye holê. Di rastiyê de dersa hilbijartî ne tenê di warê kurdî de, di heman demê de ji bo zimanên li Tirkiyê jî hatiye dayîn. Dema ku em mijara dersa hilbijartî bi baldarî binirxînin, wê bê dîtin ku faşîzma AKP-MHP'ê di vî warî de samîmî nîn e.

Her çend mijara dersên hilbijartî gelekî zêde hatibe nîqaşkirin jî, faşîzma AKP-MHP'ê dersa hilbijartî ji polîtîkayeke çavnebariyê wêdetir nekir. “Ji bo kesên ku mafê perwerdeya zimanê zikmakî dixwazin, li vir dersa hilbijartî heye, hûn êdî çi dixwazin?” û hewl da dersa hilbijartî deyne pêşiya daxwaza zimanê dayikê. Li aliyê din li gelek dibistanên ku ji bo dersên hilbijartî serlêdanê dikin, mamoste tune ne. Lê belê hezar û 500 mamoste ji Zanîngeha Artukluyê mezûn bûne, lê bi sedan ji wan bê kar in û tayînkirina mamosteyên kurdî li dibistanan nayê kirin.

Li aliyê din pirtûkên dersê li dibistanan nayên dayîn. Dîsa rayedarên dibistanan bi hincetên cuda pêşî li hilbijartina wan dersan digirin. A rast, propagandayeke reş bi rengê 'kes serî lê nade' tê kirin. Ji ber vê yekê tehemûlî kurdî nakin. Tê zanîn ku tehemulî zimanê kurdî, heta tîpek jî nayê kirin. Heta şerh daniye ser mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê di Konvansiyona Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de.

‘YEK MILET, YEK ZIMAN’

Gotina "Yek milet, yek ziman" 40 milyon gelê Kurd paşguh dike û di meclise de jî axaftina parlamenterên Kurd a bi kurdî wek "zimanê nayê zanîn" pênase dikin. Li şaredarî, park û rêyan tabelayên bi kurdî rakirin. Peykerên nivîskar, helbestvan û fîlozofên Kurd ên mîna Ehmedê Xanî hatin rûxandin. Komele û enstîtuyên Kurdan hatin girtin. Dibistanên kurdî yên ku gelê me bi keda xwe ava kirin, hatin girtin. Kanalên televîzyonan ên kurdî hatin girtin û zext li weşan, rojname û kovarên kurdî hate kirin û cezayên giran lê birîn.

Mêtingeriya Tirk demeke dirêj e van pêkanînên faşîzan dike. Her çend dizane gelê Kurd û civata navneteweyî dê li hemberî van pêkanînên faşîzan bersivê bidin jî, tawîzeke herî biçûk jî nadin. Ji ber ku hebûna xwe li ser tunekirin û qirkirina gelê Kurd ava kirine. Bi taybetî mijara ziman wek pirsgirêka man û nemanê dibînin. Ji ber ku ziman; dîrok, çand, hest, raman û heta ruhê civakekê vedihewîne. Ji nifşekî derbasî nifşan dibe û ji nû ve diafirîne.

ZIMAN RÊYA XWEDÎDERKETINA LI NASNAME, ÇAND Û PAŞEROJÊ YE

Ji ber vê yekê nabe ku ziman tenê wek amûreke ragihandinê bê dîtin. Ew navgîna sereke ya qabîliyeta gelan e ku bi nasnameya xwe, çanda xwe bijîn û veguhêzin siberojê. Ziman barhilgira herî bingehîn a dîrok, çand, huner, wêje, felsefe û jiyanê ye. Mêtingeriya Tirk ji ber wê yekê li Stenbolê li kolanan jî muzîka kurdî qedexe dike. Faşîzma AKP-MHP'ê rasterast êrişî cewhera me dike, ji ber ku dizane heke zimanê civakekê were tunekirin dê cewhera wê civakê jî têk biçe. Her çalakiya ku bi zimanê kurdî hatiye kirin, ji bo xwe wek meseleyeke mezin dibîne. Dizane ku heke zimanê kurdî azad bibe, dê hesta kurdbûnê, raman û felsefeya wê bi xwe re bîne û ji ber vê yekê jî bedena, sazîbûn û azadiya welatê xwe bi xwe re bîne.

DIVÊ DERSA HILBIJARTÎ NEBE NAVGÎNA NIXUMANDINA POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ

Divê neyê jibîrkirin ku ziman diyar dike bê ka em girêdayî kîjan civakê ne. Hest û ramana ku em girêdayî kîjan dîrok, fikir û felsefeyê ne, bi pêş dixe. Heke her dem kesek bi tirkî bipeyive, hestên wan bê guman dibin tirkî, bi tirkî xeyal dikin, fikrên xwe bi tirkî çêdikin. Ev jî nîşan dide bê ka asîmîlasyon di nava Kurdan de çawa dixebite. Lê heke em bi kurdî biaxivin, bi kurdî xeyal bikin û fikrên xwe bi kurdî ava bikin, hingê hişmendî û têkoşîna neteweyî bi pêş ve dikeve. Mêtingeriyê qebûl nake, hestên wî li pêşberî pêkanînên faşîzan radibin û ji bo ku bibe xwe, tê dikoşe.

Bê guman divê Kurd her helwestê li dijî polîtîkayên qirkirina çandî ya mêtingeriya Tirk nîşan bidin û ji bo bidestxistina mafê zimanê dayikê bikin gavek. Lê bele erkeke dîrokî ya hemû Kurdan e ku di hemû qadên jiyanê de bi kurdî bifikirin, bi kurdî biaxivin, binivîsin û huner, wêje, felsefe û zanistê bikin. Divê her malek bibe dibistaneke xwezayî. Çawa ku Tirkiye mêtingeriyê wek meseleya man û nemanê dibîne, divê Kurd jî ziman wek hinceta serhildanê bibînin. Ev mafekî herî rewa ye.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên ji bo nasname û ziman tê dikoşin, bi taybetî li gelê me, pîroz be.