Rûspiyê êla El-Selman a Dêrazorê banga derxistina PKK'ê ji

Rûspiyê êla El-Selman û berdevkê Meclisa Êlên El-Bûkemal, Selah El-Selman got, PKK'ê partiyeke mirovî ye ku parastina herêmê li dijî terorê kir. Her wiha li ser navê şêx û rûspiyên êlên Ereb ên li Dêrazorê banga derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" kir.

Rûspiyê êla El-Selman a Dêrazorê banga derxistina PKK'ê ji
17 sibat, 2022   05:16
DÊRAZOR

Bi armanca derxistin navê PKK'ê ji "lîsteya terorê", li seranserî Kurdistan û cîhanê hemle hatin destpêkirin. Di 13'ê Kanûna 2021'an de Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji bo Kurdan hemleyeke navneteweyî ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" ya Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) û Yekitiya Ewropayê, da destpêkirin.

Têkildarî mijarê, rûspiyê êla El-Selman û berdevkê Meclisa Êlên El-Bûkemal, Selah El-Selman ji ajnasa me re got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizanin ku PKK'ê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir, ev nîşaneya herî mezin e ku PKK'ê ne terorîst e."

Selah El-Selman her wiha diyar kir ku xistina navê PKK'ê di "lîsteya terorê" ya navneteweyî de, tenê ji bo razîkirina welatên ku dixwazin nasnameya gelên azadîxwaz tune bikin û di serî de dewleta Tirk a dagirker.

Selah El-Selman wiha lê zêde kir: "Em bawariya xwe bi vê partiyê dikin, weke xeta yekemîn a parastina axa Sûriyê ji terorê, bi saya hevgirtinê û pêşketinên nû, ji ber ku beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bû."

El-Selman destnîşan kir ku PKK'ê ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji terora DAIŞ'ê gelek şehîd dan û bi hemû hêza xwe parastina ewlehî û aramiya herêmê kir.

El-Selman wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em wekî rûspiyên êlên Ereb bang li tevahî cîhanê dikin ku ji bo parastina mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî her gefeke leşkerî û siyasî, rêz bigirin."

Selah El-Selman di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî welatan kir ku ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" hewldanan bikin û got: "PKK'ê nûnertiya vîna me dike û wekî hêviyeke mezin ji bo pêşketina herêmê ji nû ve ye bi taybet di dema komploya navneteweyî  ku li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin e."

(dx)

 ANHA