Dewleta Tirk çete Ebû Emşa û birayên wan ji erkên xwe dûrxistin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku nikaribûn sûcên serçeteyê koma  bi navê Silêman Şah,  Ebû Emşa veşêrin, îro "Komîteya dadwerî ya sêalî" daxuyaniyek da û têde biryara dûrxistina çete Ebû Emşa û birayên wî ji erkên wan ragihand, bêyî ku werin darizandin.

Dewleta Tirk çete Ebû Emşa û birayên wan ji erkên xwe dûrxistin
16 sibat, 2022   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan  a Sûriyê (SOHR) ragihand ku  "Komîteya dadwerî ya sê alî" biryara dûrxistina çeteyê bi navê Ebû Emşa û birayên wî da ku sûcên hovane li dijî şêniyên Efrînê nexasim li navçeya Şiyê pêk anîn. SOHR, diyar kir ku li navçeyê seferberiyeke leşkerî heye.

Li gorî agahiyan,  çete Ebû Emşa ev biryar red kir û li navçeya ku dagirkirine xwe veşart.

Çeteyê bi navê Mihemed El-Casim (Ebû Emşa) yek ji serçeteyên sereke ye ku di şerê Sûriyê de sûc kirine. Her wiha destekê îstixbaratên dewleta Tirk  e ku bi hezaran çete şandin Lîbya û Ezerbeycanê.

Piştî ku sûc û binpêkirinên Ebû Emşa û çeteyên wê  û girêdana wan a bi îstixbarata dewleta Tirk ve eşkere bûnû, dewleta Tirk ku nikaribî van sûcan binixumîne, bi rêya "Komîteya dadewerî ya sêalî" biryara derûxistina Ebû Emşa û 5 serçeteyên din ku piranî birayên wî ne dûr xist. Dewleta Tirk ji vê biryarê hewl dide ku xwe ji van sûcan beret bike.

Li gorî daxuyaniya komîteya navborî ya têkildarî dûrxistina çeteyan ji erkên wan, serçeteyê Koma Silêman Şah, Mihemed El-Casim (Ebû Emşe) ji hemû erkên wî tê dûrixstin, her wiha Welîd Hisên El-Casim (Seyf), Malik Hisên El-Casim (Ebû Sîrac), Ehmed Mihemed Xoce, Amir Ezab El-Mihemed û Hesan Xalid El-Setûf (Ebû Sexir) ji karên wan tê dûrixsitn.

 (bx)