​​​​​​​‘Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê divê Rêveberiya Xweser were naskirin‘

Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Ebdulhemîd El-Nehar diyar kir ku pêwîste dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê li herêmê were avakirin, her wiha girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de destnîşan kir.

​​​​​​​‘Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê divê Rêveberiya Xweser were naskirin‘
17 sibat, 2022   02:48
TEBQA – EBDUREHMAN EL-SALIH

Ji dema tunekirina çeteyên DAIŞ'ê ve di destpêka 2019'an de ji aliyê QSD'ê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bangên QSD û Rêveberiya Xweser ên avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên ku xwe radest kirin, berdewam dikin.

Piştî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ya di 20`ê Çileyê de li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, xeteriya çeteyên DAIŞ`ê ji cîhanê re hate îsbatkirin û ku hê jî gefan li tevahî cîhanê dixwin. Ji ber vê yekê jî Rêveberiya Xweser bagna xwe ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên girtî, dûbare kir.

Têkildarî mijarê Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Ebdulhemîd El-Nehar ji ANHA`yê re axivî. Ebdulhemîd El-Nehar da zanîn ku divê Rêveberiya Xweser weke nûnerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin û got:  "Naskirina Rêveberiya Xweser erkekî exlaqî û qanûnî ye dikeve ser milê civata navneteweyî, nemaze ku şêniyên vê herêmê rêveberina xwe dûrî hemû hêz û serdestiyê hilbijart."

El-Nehar anî ziman ku ji bingehê mafên diyarkirina çarenûsê ku di qanûnên navneteweyî de hatin destnîşankirn û erêkirin, erka civata navneteweyî  ye itîrafê bi vê rêveberiyê bike.

Ebdulhemîd El-Nehar wiha pêde çû: "Divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê fermî were naskirin û nûnertiyên wê mîna li Siwîsra û Danîmark li hemû dewletên cîhanê werin vekirin. Ev yek bi awayekî çalak dê destekê bide pirsgirêka darizandina girtiyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

El-Nehar di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku divê dadgehên navneteweyî were avakirin ku di bin çavdêriya hemû dewletan de be û ji hemû aliyan ve rewa be, her wiha got, divê ev dadgehek berpirsiyariyeke navneteweyî ye ne tenê li ser milê Rêveberiya Xweser be.

Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Ebdulhemîd El-Nehar destnîşan kir ku her kes xeteriya çeteyên DAIŞ`ê zanin ku ne tenê li ser herêmê xeter e, di heman demê de xeteriya wî hemû sînor derbas kir.

El-Nehar her wiha diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya her kesî û li şûna tevahî cîhanê li hember wan çeteyan sekinîn û wiha got: " Ji ber vê yekê  mafê gelên herêmê ye ku rêveberiya wan hebe û ji aliyê navneteweyî ve were naskirin, her wiha divê rola gel di bidawîkirina dosyaya darizandina girtiyên çeteyên DAIŞ û pêkanîna aramî û aştiyê li tevahî herêmê de sereke be."

Ebdulhemîd El-Nehar îşaret pê kir ku nenaskirina Rêveberiya Xweser dê herêmê bi giştî ber bi nearamiyê ve bibe, dê aloziyan kûrtir bike û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên gelên wê rewa bike.

El-Nehar bi domdarî got: "Ji bingehîn çareserkirina aloziya Sûriyê ku pêwîstiyeke, divê îtîrafeke navxweyî ji aliyê hikumeta Şamê ve jî hebe. Divê hemû alî li ser masya diyalogan rûnên û zemînekê baş ji bo dîtina çareseriyan ji hemû pirsgirêkan re ava bikin da ku çareseriyeke siyasî ji bo tevahî herêmê were misogerkirin."

Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Ebdulhemîd El-Nehar destnîşan kir ku tecrubeya konfedalîzmê û sîstema ne navendî sîstemeke serkeftî di aliyê rêveberî û siyasî de wek a li DYA`yê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger li herêmên me itîraf pê were kirin dê herêm di hemû aliyan de pêş bikeve. Dê zemîn çêbibe ku aştî û ewlehî li herêmê pêk werin. Nasnekirina projeya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêve dibe tê wateya astengkirina xwestekên gelê herêmê."

(bx)

ANHA