Di êrişên balafirên Rûsyayê de 7 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Duh di êrişên balafirên Rûsyayê de 7 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Her wiha vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê deverên li çiyayê El-Bişrî yê beyara Reqayê û beyara Asreya ya Hemayê ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê vedişêrin, kirin hedef.

Di êrişên balafirên Rûsyayê de 7 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
12 sibat, 2022   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê duh bi şev û îro bi sibehê bi dijwarî beyara Sûriyê bombebaran kir. Bi zêdetirî 20 êrişan herêma çiyayê El-Bişrî ya li beyara Reqayê û beyara Asreya ya Hemayê kirin hedef.

Di encamê de 7 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Bi vê êrişê re hejmara kuştiyên çeteyên DAIŞ`ê di 72 saetan de gihaşt 16`an. Lê agahî hene ku ev hejmar zêde bibe, ji ber ku zêdetirî 30 birîndarên çeteyan hene û rewşa wan giran e.

Ji destpêka vê mehê ve balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 245 êriş li dijî deverên cuda yên beyarê pêk anîne.

(şx)