​​​​​​​QSD’ê nasnameyên 8 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan eşkere kirin

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 8 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan ragihandin û got “Piştgiriya gelê me ji hêzên me re û bi fedakariya şehîdên me, xewn û xeyalên çeteyan pûç kirin.”

​​​​​​​QSD’ê nasnameyên 8 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan eşkere kirin
12 sibat, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de nasnameyên 8 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan ragihandin. QSD’ê Pêngava Gurzê Gelan piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê dabû destpêkirin.

QSD’ê ddi daxuyniya xwe de ev agahî dan: 

“Bi belgeyên ku hêzên me dest danîn ser, di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di 20’ê meha borî de li ser girtîgeha Hesekê, hate piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker di mehên derbasbûyî de û di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zindana El-Sînaa de, bi awayekî eşkere piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê. di heman demê de bi êrişê re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe li ser herêmên nû, bi rêya balafirên şer û balafirên keşfê êrişên bejahî û hewayî li ser gelek herêmên wekî Eyn Îsa, Zirgan, Dêrik û Dirbêsiyê pêk anîn û hîn jî dikin.

Berxwedana lehengên me di hemleya Gurzê Gelan de ku hêzên me, li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin û şikandina êrişa li ser zindanê û derbasbûna wê bo qonaxa paqijkirina taxan û herêmên ku çeteyan xwe lê veşartibûn, her wiha bersivdayîna hewldanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû van hewldanên bêhêvî li ser zinarên berxwedana şervanên me yên qehreman hatin şikandin û bi serkeftina hêzên me bi encam bû. Ji ber ku şervanên me nîşaneyên herî bilind ên fedakariyê nîşan dan û hin ji wan gihîştin asta şehadetê.

Berfirehkirina hemleya Gurzên Gelan ji bo şopandina bermahiyên DAIŞ’ê li Reqa, Şedadê û Dêrezorê, ji bo ji holê rakirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ye.

DAIŞ’ê ji bo rêxistina xwe vejîne, bêtir komkujî li dijî sivîlan bike, saziyên sivîl û leşkerî bike hedef, kete nava hewldanên xeternak ji bo têkbirina îstiqrar û aramiya herêmê. Lê belê berxwedana şervanên me li eniyên cuda û qadên cuda, planên rêxistina terorîst a DAIŞ û alîgirên wê têk bir û bi dehan ji wan çeteyan hatin girtin û kuştin.

Piştgiriya gelê me ji hêzên me re û bi fedakariya şehîdên me, li hember çeteyan serkeftin bi dest xistin û xewn û xeyalên wan di vegerandina tarîtiyê de pûç kirin.

Hêzên me di hemleya Gurzê Gelan de ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek encamên girîng bi xwîn û xwêdanê bi dest xistine, kur û keçên xwe yên herî baş pêşkêşî gelê xwe kirin û şehîd dan.

Îro em koma 8 şervanên ku di hemleya Gurzê Gelan û li herêmên din de, piştî ku bi lehengîyeke bêhempa li dijî çeteyan şer kirin û girêdana xwe bi nirxên şoreşê û şehîdan re îspat kirin, xwîn û canê xwe feda kirin, em şehadeta wan radigihînin. Em soza xwe ji wan û hemû şehîdên xwe re nû dikin ku heta serkeftin, azadî û rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî, em ê li ser rêya wan û şopa wan berdewam bin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û tevahiya raya giştî re dixwazin û soz didin ku em ê dilsozê xwîna wan bin û heta bigihêjin daxwaz û armancên wan ên ku ji bo wê şehîd bûne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Ebdulkerîm
Nav û Paşnav: Abdulkerim Al Hamada
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022

Nasnav: Ehmed
Nav û Paşnav: Ehmed El-Mecûn
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Newaf
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022

Nasnav: Ferhan
Nav û Paşnav: Ferhan Ebdulrehman
Navê Dayikê: Ayda
Navê Bav: Ebdulqadir
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022

Nasnav: Mihemed
Nav û Paşnav: Mihemed El-Hesen
Navê Dayikê: Mehiya
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022

Nasnav: Seîd
Nav û Paşnav: Seîd Îbrahîm
Navê Dayikê: Basma
Navê Bav: Reşad
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022

Nasnav: Xaşî
Nav û Paşnav: Xaşî Hesen
Navê Dayikê: Sebriye
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022

Nasnav: Hogir Amûdê
Nav û Paşnav: Îbrahîm Sîdo
Navê Dayikê: Sana Seydo
Navê Bav: Enes Îbrahîm Sîdo
Cih û Dîroka Şehadetê: Ebû Rasên-Zerkan, 7 Sibat 2022

Nasnav: Xebat Marînos
Nav û Paşnav: Xebat Orhan
Navê Dayikê: Zulêxa
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 8 Sibat 2022