Di êrişa li ser Babê de leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di êrişa bi moşekan a hêzên dewleta Tirk a dagirker a li ser bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Hemra yê Babê de hejmareke leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di êrişa li ser Babê de leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
3 sibat, 2022   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Babê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kirêdiyê yê rojhilatê bajarê Babê benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Hemra bi moşekan topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di êrişê de leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn, lê hejmar nehat zanîn.

ANHA