Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê û Iraqê şermezar kirin. Her wiha banga avakirina eniyekê ji bo derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê kir.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
3 sibat, 2022   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şênî û saziyên sivîl û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, Şengal û wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) rêzeçalakî li dar xist. Di wan çalakiyan de pêwîstiya naskirina Rêveberiy Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destnîşankirin.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê bi sedan şênî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê meşiyan.

Meş ji pêşiya parka Rêber Ocalan dest pê kir û li navenda bajêr rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa navçeya Til Koçerê Newaf Cedan axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe û bang li gelê heêrmê kir ku parastina axa xwe bikin.

MECLISA QAMIŞLO BANGA SEPANDINA NETEWEYA DEMOKRATÎK KIR

Di heman çarçoveyê de îro li pêşiya navenda Meclisa Qamişloyê daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê meclisê Silêman Ebû Bekir, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê destnîşan kir ku bi saya vîna gelên herêmê DAIŞ li Hesekê têk çû. Ji ber wê dewleta Tirk ji bo ku tola xwe ji vê binkeftinê hilîne, êrişî Dêrik, Mexmûr û Şengalê kir û armanca wê ya sereke têkbirina ewlehî û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxisitn.

Meclisê di daxuyaniyê de got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hember hemû komployan li ber xwe bide. Em ê Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û têgeha neteweya demokratîk bi cih bînin.”

Her wiha bang li hêzên aktîv û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku li hemberî zêdegavî û êrişên rejîma Tirk bisekinin û wiha hate gotin: "Em gel wekî wekî şirîk di van sûcan de dibînin, ji ber ku hûn van sûcan dibînin, lê tevnagerin."

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A ROJHILATÊ GUNDEWARÊ DÊRAZORÊ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR

Bi heman mebestî bi dehan malbatên şehîdan ên li rojhilatê gundewarê Dêrazorê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Hecînê kom bûn û tev li dayîna daxuyaniyê bûn. Endama meclisê Rene El-Salih daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê ye û guhertina demografiya wê ye.

Meclisê got ,bêdengiya civata navneteweyî îsbat dike ku ew bi dewleta Tirk re şirîk e û piştgiriya wê dike û bang li NY û hemû rêxistinên hiqûqî kir ku fişarê li rejîma Tirk bikin da ku ji Sûriyê vekişe û sûcên xwe rawestîne.

MECLİSA NAVÇEYA KEFER NAYA BANGA AVAKİRİNA ENİYEKÊ Jİ BO DERXİSTİNA DAGİRKERİYA TİRK KİR

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên navçeya Kefer Naya li pêşiya meclisa navçeya Şehbayê kom bûn û ji raya giştî re daxuyaniyek dan û tê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê rêveberekî Komîteya Ciwanan a navçeya Kefer Naya Ebdulhemîd El-Elî ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Tirkiye niha ji ber têkbirina êrişa DAIŞ'ê li ser girtîgeha Xiwêranê, tola DAIŞ'ê ji dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hiltîne.

Tirkiye bi hevkariya çeteyên xwe hewl dide axa Sûriyê dagir bike û ev plan ji encamên civîna dawî ya Astanayê derket. Diyar bû ku komployek mezin ji bo têkbirina projeya rêveberiya xweser û projeya wê ya demokratîk ku ev 8 sal in em ji bo parastina axa xwe berdêlan didin, heye.

Bi navê şênî û meclisa navçeya Kefer Naya em bombebarana hovane ya dewleta Tirk a li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û em bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku di yek eniyan de dagirkeriya Tirk ji axa me û derxînin, da ku di nava Sûriyeyeke demokratîk, piralî û aştiyê de bijîn."

PARTİYA SÛRİYA PÊŞEROJÊ BAL KİŞAND SER GİRÎNGİYA NASKİRİNA RÊVEBERİYA XWESER Û DADGEHKİRİNA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê

Bi dehan kes li ber avahiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Tebqayê kom bûn û ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan rêz girtin, piştre endamê meclisa partiyê Mihemed El-Layêh daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em şehîdên xwe yên ku ji bo azadiya me berdêlên herî buha feda kirin bibîr tînin. Em komkujî û sûcên ku sivîlan dike hedef, herî dawî li Dêrikê, Mexmûr û Şengalê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve, şermezar dikin.         

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser êrişa çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa û destanên qehremaniyê yên ku Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî rêxistina terorîst a herî metirsîdar li cîhanê nivîsandibû hate kirin.         

Daxuyanî wiha bi dawî: "Çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi naskirina Rêveberiya Xweser wê bidawî bibe.  Em bang li civaka navneteweyî dikin ku dadgehên navneteweyî ava bikin ji bo dadgehkirina van çeteyên DAIŞ'ê û bidawîkirina kampên malbatên DAIŞ'ê li bakur û rojhilatê Sûriyê."

(şx-dx)