​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li Efrînê didomin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê  bîlançoya meha Çile ya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li kantona Efrînê eşkere kir û bang li aliyên hiqûqî û mirovî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li Efrînê didomin
​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li Efrînê didomin
​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li Efrînê didomin
​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li Efrînê didomin
2 sibat, 2022   00:39
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku hesab jê were xwestin, sûcan li dijî sivîlên ku di Efrînê de mane didomîne.  4 sal in kuştin, revandin, talankirin û dizî didomin.  Armanc ji vê yekê ew e ku şêniyên wê koçber bibin û di encamê de demografiyaya kantonê biguhere.

/kr/uploads/files/2022/02/01/210131_-.webp

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê Îbrahîm Şêxo got, dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê di Çileyê 2022`yan de di nav de 7 jin bi gistî 52 welatî ji kantonê revandine, 7 welatî hatin qetil kirine ku ji wan 2 zarok, 1 temenbiçûk û jinek hene, her wiha nêzî 4 hezar darên zeytûnan  qut kirin.

Li gorî rêxistinê, navên kesên di meha Çileyê de ji  aliyê artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê yên (Cebhet El-Şamiye, Feyleq El-Şam, artêşa Îslamê û ewlehiya siyasî) ve li kantona Efrînê û gundên wê hatine revandin wiha ne:

Mistefa Nasir Hemkê (50), Hisên Hemkê (26), Ocalan Xelîl Şewitî, Hisên Xelîl Şewitî, Casim Mihemed Qasimo, Omer Diyab Diyab, Ciwan Zuhêr Hec Reşîd (34), Hisên Mihemed (24), Mistefa Ebdurehman Emara, Ehmed Emîn Ebdo, Selam Emîn Elxedo, Mistefa Mistefa Emara, Mihemed Ehmed Xetab (11), Rohat Îbo (24) û navê her du jinên din nehat naskirin.

Li navçeya Raco û gundewarên wê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Polîsên leşkerî, istixbaratên Tirk, Ehrar El-Şerqiye û Cebhet El-Şamiye( di meha Çile de 14 welat revandin di nav de keçek biçûk heye.

Navên wan wiha ne:

Ehmed Reşîd Reşîd (50), Hesen Ehmed Birîm (45), Ebdurehman Kolîko (70), Dawûd Zînê (50), Ismet Ehmed Ebdo (25), Abdîn Birîm (40), Mihemed Omer (45), Sebrî Menan Reşo (38), Xelîl Mihemed Hesen (37), Elî Reşo, Ebdurehman Reşo, Xebat Muslim Bekir û Xêriyê Mihemed Mûsa (40).

Li navçeya Cindirêsê û gundewarên wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Polîsên leşkerî û istixbaratên Tirkiyê) di meha Çile de 9 welatî revandin di nav de jinek heye.

Kesên hatine revandin ev in:

Cîhad Berekat (35), Xebat Mihemed Hebeş (30), Elî Mistefa Hebeş, Mihemed Sibhî Hemo, Ferhad Mihemed (50), Henan Mihemed Mûsa (53), Beşar Mihemed Mûsa (25), Ehmed Sebrî û zaroka bi navê Kewkeb Elî.

Li navçeyên Şera, Şiyê, Mabata û Bilbilê jî 13 welatî di nav de 2 jin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Polîsên leşkerî, istixbaratên Tirkiyê û Emşat) ve hatin revandin. Navên wan wiha ne:

Arif Şêx Mihemed Mihemed (70), Mihemed El-Hedîdî (22), Ehmed Mihemed Miho (43), Hesen Mihemed Birîm (58), Adil Oso (43), Feysel Horo, Şêrhat Zeyîm Hesen (28), Ridwan Reşîd Miho (30), Ebdulqadir Reşîd Hesen (32), Ziyad Arif Miho (34), Îsmaîl Cimo, Nesrîn Mihemed Weqas (30) û Xedîce Oso.

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê û wêneyên ku bi rêya satellite  hatine kişandin, dewleta Tirk û çeteyên wê nahêle tu kes nêzî cihên şûnwarî bibe û di meha Çileyê de 9 gir û cihên şûnwarî kolandin û alavên wan di sûka reş de firotin.

Cihên hatine kolandin ev in: 

-Girê Eqreb ê şûnwarî yê girêdayî gundê Îska li navçeya Cindirêsê.

-Girê El-Şêx Ebdurehman ê li  navçeya Cindirêsê  bi rûbera 27 hezar sê goşe, hilweşand.

-Girê Firaq ê li navçeya Cindirêsê.

-Girê Duderî yê li bajarokê Meydankê bi rûbera 5 hezar sê goşe bi temamî hilweşand.

-Girê Eyn Dîbê yê li  navenda bajar Efrînê.

-Cihê bîra Coz ê li navenda bajarê Efrînê.

-Girê Qere Tepe yê li navenda bajarê Efrînê.

-Girê Hilûbiyê yê li navenda bajarê Efrînê.

-Girê Qeweqê yê li navçeya Raco.

Îbrahîm Şêxo behsa avakirina avahiyên nû yên mêtîngehiyê li navçeya Şêrawayê kir û ev tişt anî ziman: "Bi dagirkirina Efrînê re, dewleta Tirk bi rêya aliyên îxwanî kiwêtî û qeterî hewl dide avahiyên mêtîngehiyê li hemû kantona Efrînê ava bike. Herî dawî li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrawa di bin navê Yafa Purteqal de mêtîngeh ava dike da ku dagirkirinê li kantonê xurt bike ku guhertina demografî pêk bîne."

Avakirina avahiyên mêtîngehiyê yên bi navê "Yafa Purteqal" bi alîkariya filistîniyan  û rêveberiya ''komeleya alîkariyê 48’an a îslamî'' tê kirin ku 600 yekîneyên bicihbûnê hatine avakirin.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên ku di Efrînê de mane, didomin û wiha pê de çû: "Ev sûc siyasetek e û armanca wê ew e ku herêm were valakirin ku dagirkirina Efrînê were rewakirin û wê bike Lîwa Îskenderon a duyemîn."

Di dawiyê de Îbrahîm Şêxo bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê kir ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hember şêniyên Efrînê pêk bîne, hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwaze û wan ji tevahî herêmên dagirkirî derxe.

(bx)

ANHA