'Viyan Soran di dîroka berxwedanê de rûpeleke nû vekir'

Viyan Soran bi diruşma "hûn nikarin roja me tarî bikin" li hemerî siyasetên înkarkirinê yên li ser gelê Kurd û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Viyan Soran bi vê çalakiya xwe mîrateyeke ji têkoşîna azadiyê li pey xwe hişt.

'Viyan Soran di dîroka berxwedanê de rûpeleke nû vekir'
2 sibat, 2022   02:46
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Viyan Soran jina wêrek, berxwedêr û têkoşer e, di çarçoveya pêngava "Hûn nikarin roja me tarî bikin"de,  li dijî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bedena xwe kir xelekek ji agir, siyasetên çewisandin û zilmê li ser gelê Kurd têk bir.

Şehîd Viyan Soran di nameya xwe ya dawî de dibêje: " Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira... Ev çalakiya min bersive li siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.”

Têkoşer Viyan Soran (Leyla Walî) sala 1981'an li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê jidayik dibe. Sala 1997'an tev li refên PKK'ê dibe û di sala 2004'an de cihê xwe di komîteya jinûve avakirina PKK'ê de digire ku yek ji 12 kesên ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve ji bo vî erkî hate pejirandin û giha asta fermandariya Yekîneyên Jinê yên Azad (YJA Starê).

'RÛPELEKE DIN LI BERXWEDANA JINÊN TÊKOŞER ZÊDE DIKE'

Ji hevreyên şehîd Viyan Soran, Şîlan Ehmed li ser kesayeta şehîd Viyan wiha dibêje: "Rûkenî û çavên wê bi eşqa jiyana azad tijî bû. Ji dîtina yekemîn ve bandor li mirov dikir, bi kesayeta xwe ya çalakî mohreke ku nayê jibîrkirin, di dilê hemû hevreyên xwe de hişt. Viyan ciwana çalak bû ku rojekê ji bo alîkariya hevalên xwe dudilî nedibû. Her goşeyek ku Viyan derbas dibûyê, bê westandin û acizbûn alîkarî û destek dida hevalên xwe. Hemû axaftinên wê li ser desteka manewî ya ku dighêje azadî û demokrasiyê ya ku rêber Abdullah Ocalan pê bang dike ye."

Şîlan Ehmed diyar kir ku Viyan Soran bi berxwedana xwe rûpeleke nû ji çîrokên berxwedana jinên têkoşer li rûpelên dîroka şoreşa Kurdistanê zêde kir û wiha dom da axaftina xwe: "Tevî temenê xwe yê biçûk, dikarîbûn di têkoşîn û rêvebirina jinan di nav tevgerê de bibe pêşeng. Di têkoşîna xwe ya di nava PKK'ê de erkekî mezin girt ser milê xwe. Di hemû pêngav û serkeftinên li hemberî dijmin de xwe îsbata kir."

'MÎNAKA JINA KURD E'

Şîlan Ehmed anî ziman ku hêviya Viyan ew bû ku li Bakurê Kurdistanê bixebite û li dijî siyastên zilm û çewisandin ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne, tê bikoş. Şîlan Ehmed wiha didomîne: "Li çiyayên Kurdistanê yên bilind rojekê em di bin siya darekî de rûniştî bûn, Viyan rastî me dihat, tişta ku bala min kişand porê wê yê kurt bû. Li ser pirsa ku çima porê xwe kurt kiriye Viyan got, 'dema ku jin tiştekî di jiyana xwe de biguhere, bi guhertina şeklê xwe yê derve dest pê dike. Ez jî wisa me, piştî çend rojan ez ê biçim herêma Heftanînê û ez ê nêzî Bakurê Kurdistanê bibim, ev guhertina di têkoşîna min de ji bo azadiya gelê Kurd e'."

Şîlan Ehmed her wiha got: "Viyan Soran komploya navneteweyî red kir. Mînaka jina Kurd e ya ku serî ji siyasetên dijmin re natewîn e, li derdora fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan kom bûn û li dijî komployê bedena xwe kir xelekek ji agir. Viyan xeta berxwedanê ya Zîlan û Sema temsîl dike."

Şehîd Viyan Soran diruşma "Bi pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê re jiyan nabe" girt û di sala 2006'an de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û hewldanên tesfiyekirinê ya di hundirê PKK'ê de, her wiha li hemberî siyasetên qirkirin û asîmîlasyon ên li dijî gelê Kurd çalakiyeke fedayî li herêma Heftanînê pêk anî.

Têkildarî bandora çalakiya şehîd Viyan Soran li ser xeta Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Şîlan Ehmed wiha anî ziman: "Ev çalakî bandoreke mezin li tevgera berxwedanê bi giştî kir û ji pêngavên azadî û berxwedanê yên li hemberî siyasetên tesfiyekirina navxweyî di nava tevgerê de bû zemîneke nû. Viyan Soran pêşenga xeta berxwedanê ya li hemberî xiyanet û tesfiyekirina hundirîn û komploya li dijî rêber Ocalan e."

Şîlan Ehmed îşaret bi komploya navneteweyî ya sala 1999'an a li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û wiha domand: "Gelek dewletên hegemonîk beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûn, ji wan îstîxbarata hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Brîtanya ne. Armanca vê komployê ne tenê kesayeta rêber Ocalan bû, di heman demê de gelê Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi giştî bû."

Şîlan Ehmed êrişên li ser Kurdistanê, siyasetên li hemberî gelên Rojhilata Navîn û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi berdewama komploya navneteweyî wesifand û wiha domand: "Komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ku di sala 1996'an de dest pê kir, dewletên hegemon hewl dan rêbertî li Şamê bikin hedef, komplo heta roja me ya îro berdewam e. Berxwedana ku Kurd li Kurdistanê raber dikin bersiva hemû siyasetên dewletên komploger ên li dijî rêber Ocalan û gelê Kurd e."

Her wiha diyar kir ku berxwedana gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û pêkanîna fikir û felsfeya rêbertî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya binkeftina komploya navneteweyî ye. Şîlan Ehmed got: "Ji bo komplo bi dawî bibe, tê xwestin ku her kêliyekê em bi xeta berxwedana şehîd Viyan û fikirê rêber Ocalan bijîn."

Şîlan Ehmed da zanîn ku şehadeta Viyan Soran bandoreke mezin li gelê Kurdistanê, bi taybet ê Başûr kir û diyar kir ku bi dehan jin çeka şehîd Viyan rakirin û da ser şopa wê, her wiha bi dehan dayik navê Viyan dan keçên xwe.

Şîlah Ehmed di dawiyê de got: "Bi berxwedana Viyan û hevalên wê dîroka Kurd hate neqişandin. Şehîd Viyan mohra têkoşîna azadiyê di dilê her kurdekî/ê de hişt.

Viyan Soran beriya çalakiyê pêk bîne, nameyek ji 15 rûpelan ji rêber Abdullah Ocalan, PKK, YJA-Star, malbat û hevalên xwe yên li Heftanînê re  şand. Di nameyê de dibêje: "Çalakiya min ne xwekujî ye mîna jinên ku ji ber bêhevî û xemgîniyê xwe dikujin. Lê çalakiya min di rêya eşqa jiyanê û pêşxitina azadiyê ye. Her wiha berdewama çanda berxwedana ya jinên mîna Leyla Qasim û Sema Yuce ye. Ez ê kêfxweş bim ku nameya min bihêje guhê gelê me û tevahî jinên Kurd da ku hêzê jê bigirin û tevgereke nû di nava refên gelê Başûrê Kurdistanê de biafirîne."

ANHA