Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li Minbicê semînerek hat dayîn

Meclisa Xeta Rojava ya Minbic û gundewarên wê bi boneya salvegera 16’emîn a şehadeta Viyan Soran semînerek da . Şehîd Viyan Soran bi çalakiyeke fedayî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan di 2006’an de şehîd bûbû.

Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li Minbicê semînerek hat dayîn
Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li Minbicê semînerek hat dayîn
Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li Minbicê semînerek hat dayîn
Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li Minbicê semînerek hat dayîn
Bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li Minbicê semînerek hat dayîn
1 sibat, 2022   16:35
MINBIC

Di semînerê de Meclisa Xeta Rojava, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya, ciwanên şoreşger, partiyên siyasî û şêniyên Minbicê amade bûn. Semîner li hola Samir a li naverasta bajêrê Minbicê hat dayîn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Fadye Resûl peyama şehîd Viyan Soran ku ji rêber Ocalan û gelê Kurd re rêkiriye xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: "Ji ronahiya şevên tarî rêber Abdullah Ocalan re, ji dema min navê te bihîstiye û tu nas kirî de ez bi jiyanê hesîm û min zanî ez kî me û çawa bijîm.

Çalakiya fedayî ku pêk tînim, redkirin û serîhildana li dijî zilmê ya ji hêla dewletên hegemon ve ya li dijî we û gelê Kurd e. Ez hêza xwe li hember vê têkoşîn, sosyalîsta zanistî û paradîgmaya nû nîşan didim.

Ez dixwazim peyama xwe ji paşverûtiya hundirîn û êrişên derve re rêkim û min gelek caran ji hevalên xwe yên şehîd re gotiye, xwezî ji canê min bihatir hebûya ku min di oxira rêbertî, gel û jinên bindest de feda bikira."

Dûvre Hêvîdar Muslim peyama şehîd û têkoşer Viyan Soran şîrove kir û wiha got: "Di 15’ê Sibatê de komploya li dijî rêber Ocalan hate destpêkirin. Ev komplo heta niha bi rêya hedefgirtina gelên ji bo azadî û aştiyê di şexsê rêber Ocalan de tê dikoşin ranawestiye. Lê çalakiya fedekarî ya şehîd Viyan Soran bersiva wan komplo û redkirina wan bû."

Hêvîdar Mislim wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi saya şehîdên canê xwe di oxira parastina azadî û rûmeta gelên bindest de daye ev serkeftin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Her wiha Rêveberiya Xweser jî li ser rêgeza neteweya demokratîk û biratiya gelan ku xwe dispêre fikirê rêber Ocalan hate damezrandin. Em ê bi hevgirtina gelan û pêkanîna fikrê rêbertî tevahî komployan têk bibin û armancên şehîdan bi cih bînin."

(fr)

ANHA