Li Efrînê 3 welatî hatin revandin û 350 dar hatin qutkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dirêjahiya 2 rojên borî de 3 welatî ji kantona Efrînê ya dagirkirî revandin, her wiha 350 darên zeytûnê li navçeyên Şêrawa û Cindirêsê hatin qutkirin.

Li Efrînê 3 welatî hatin revandin û 350 dar hatin qutkirin
1 sibat, 2022   15:59
ŞEHBA

Bi dagirkirina kantona Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 18’ê Adara 2018’an de û da ku şêniyan koçber bikin û guhartina demografîk hêsan bikin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hezaran şêniyên mayî yên kantonê revandin û bi hezaran darên zeytûnê û darên hawîrdorê qut kirin. Ji wê zêdetir jî bi dehan cihên dîrokî û girên şûnwarî li kantona Efrînê hatin dizîn û xerabkirin.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 2 welatî ji gundê Kibêşînê yê Şêrawa revandin; Îsmalîl Cimo Heyder û Izedîn Cimo Heyder û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Heman çavkanî da zanîn ku ev cara duyemîn e ku Îsmaîl û Izedîn tên revandin.

Çavkniyekî ji navçeya Reco daxuyand ku çeteyên polîsên leşkerî welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hemreş (40) ê ji gundê Etmana yê Reco revand.

Têkildarî hûrgiliyên revandinê çavkanî da zanîn ku Mihemed Hemreş ji niştecihê di mala birayê xwe de ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ku bi darê zorê koçber bûye xwest kirêya malê bide, lê niştecih red kir û li gel polîsên leşkerî li wî gilî kir ku birayê wî yê koçber li gel Rêveberiya Xweser dixebite. Çeteyên polîsên leşkerî jî bersiva giliya wî da û Mihemed Hemreş revandin û ber bi cihekî nediyar e birin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên li Efrîna dagirkirî şêniyên tawanbar dikin ku werin revandin, da ku fîdyeyan wergirin.

Girêdayî berdewama sûcên li dijî xwezaya Efrînê, çavkaniyekî ji Şêrawa got çeteyên dagirkeriya Tirk zêdetirî 200 darên zeytûnê yên gundê Kibêşînê yê Şêrwayê qut kirin.

Çavkanî da zanîn ku darên hatine qutkirin ên Mistefa Şemo (75 dar), Mihemed Şemo (75 dar) û Zeyneb Xezalê (50 dar).

Li kêlek wê jî çavkaniyekî ji Cindirêsê eşkere kir ku çeteyên Hemzat ên girêdayî dagirkeriya Tirk 150 darên zeytûnê li nêzî mezara Şêx Ebdurehman ê li gundê Kanîgewrikê yê Cindirêsê qut kirin.

Qutkirina daran li herêma Efrînê rojane zêde dibe. Li gorî raporan, ji Adara 2018’an de zêdetirî 500 hezar dar hatine qutkirin, bi wê re dê gelek daristan werin windakirin û bandorekê li ser jîngeha herêmê çêke.

(fr)

ANHA