​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê ji bo şehîdên pêngava Gurzê Gelan deqeyeke rêzgirtin sekinîn

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo şîna şehîdên pêngava Gurzê Gelan, li kolanên navçeyê deqeyek rêzgirtin sekinîn.             

​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê ji bo şehîdên pêngava Gurzê Gelan deqeyeke rêzgirtin sekinîn
1 sibat, 2022   12:20
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên navçeyê li ber navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên pêngava Gurzê Gelan ku tê de 121 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xebatkarên girtîgehê şehîd bûn, deqeyeke rêzgirtin sekinîn.

(dx)

ANHA