Bîlançoya Meha Çile ya êrişên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Çileyê de rojane gundên naçeya Şera, Şêrawa yên kantona Efrînê û gundên kantona Şehbayê kirin hedef, her wiha balfirên şer û keşfê jî bê navber li ser qadê digeriyan.

Bîlançoya Meha Çile ya êrişên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê
1 sibat, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya meha Çileyê ya sala 2022`yan ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê û kantona Şehbayê hate eşkerekirin.

Bîlanço wiha ye:

Di 1`ê Çileyê de gundên Merenaz, Malikiyê û Til Rifetê yên navçeya Şera û herêma Şehba bi 20 guleyên obîsê doçka hatin hedefgirtin.

Di 2`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Merenazê û Bênê yên Şera, Şêrawa û Şehbayê bi 30 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 3`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Merenazê û Malikiyê yên Şera û Şehbayê bi 15 guleyên obîsê hatin hedefgirtin.

Di 4`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Malikiê û Merenazê yên Şera ûş Şehbayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 5`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Hurbil, Merenazê, Bênê û Malikiyê yên Şera, Şêrawa û Şehbayê bi 30 hawanan û doçka hatin hedefgirtin.

Di 6`ê Çileyê de gundên Merenaz, Malikiyê, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şera û Şehbayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 7`ê Çileyê de gundên Minix, Hurbil, Merenaz, Bênê û Malikiyê yên Şera, Şêrawa û Şehbayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 8`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Merenaz, Şêx Îsa û Malikiyê yên Şera û Şehbayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 9`ê Çileyê de gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Merenazê û Malikiyê yên Şehbayê bi 100 guleyên obîsê, 25 hawanan û diçka hatin hedefgirtin.

Di 10`ê Çileyê de gundên Til Rifetê, Bêlûniyê, Merenazê û Malikiyê yên Şehbayê bi 30 obîsan û doçka hatin hedefgirtin.

Di 11`ê Çileyê de gundên Merenazê, Malikiyê, Soxanekê, Elqemiyê û Îrşadiyê yên Şera, Şêrawayê bi 60 obîs, 40 hawan û doçka hatin hedefgirtin.

Di 12`ê Çileyê de gundên Merenaz, Malikiyê, Soxanekê, Elqemiyê û Îrşadiyê yên Şera û Şêrawayê bi doçka hatin hedefgirtin.

Di 13`ê Çileyê de gundên Mezin, Hurbil, Bêlûniyê, Merenaz û Elqemiyê yên Şêraw, Şera û Şehbayê bi 19 guleyên obîsan û 3 guleyên hawanê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 14`ê Çileyê de gundên Merenaz, Malikiyê, Til Medîq û bendava Şehba yên Şera û Şehbayê bi 20 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 15`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa û Hurbilê yên Şera û Şehbayê bi 30 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 16`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Merenazê û Malikiyê yên Şera û Şehbayê bi 20 guleyên obîsê, 10 topên hawanê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 17`ê Çileyê de gundên Bêlûnyê, Merenazê û Malikiyê yên Şera û Şehbayê  bi 15 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 18`ê Çileyê de gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Kefer Antûn, Minix, Tepê Xwedê, Til Medîq, Bendava Şehbayê, Merenazê, Malikiyê, Tinibê, Tit Meraşê û Îrşadiyê yên Şera û Şehbayê bi 60 guleyên obîsê, 45 guleyên hawanê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 19`ê Çileyê de gundên Malikiyê, Merenazê û Hurbilê yên Şera û Şehbayê bi 10 guleyên obîsê û doçka hedefgirtin.

Di 20`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Til Rifet, Ziyaretê, Aqîbê, Kefer Entûn, Şewarxa, Soxanekê û Meyasê yên Şera, Şêrawa û Şehbayê bi 90 guleyên obîsê, fûzya û doçkayê hatin hedefgirtin.

Di 21`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Til Rifet, Ziyaretê, Aqîbê, Kefer Entûn, Şewarxa, Soxanekê û Meyasê yên Şera, Şêrawa û Şehbayê bi 30 guleyên obîsê, fûzya û doçkayê hatin hedefgirtin.

Di 22`yê Çileyê de gundên Merenazê, Malikiyê û Şewarxa yên Şera û Şehbayê bi 23 guleyên obîsê û doçkayê hatin hedefgirtin.

Di 23`yê Çileyê de gundên Merenazê Malikiyê, Şewarxa, Kela Şewarxa û Şêx Îsa yên Şera bi 40 guleyên obîsê û doçkayê hatin hedefgirtin.

Di 24`ê Çileyê de gundên Merenazê, Elqemiyê, Şewarxa, Eyn Deqnê, Şêx Îsa û tepê Gêra yên Şera û Şehbayê bi 50 guleyên obîsê û doçkayê hatin hedefgirtin.

Di 25`ê Çileyê de gundên Hurbilê, Samûqa, Merenazê û Malikiyê yên Şera û Şêr û Şehbayê bi 40 guleyên obîsê û doçkayê hatin hedefgirtin.

Di 26`ê Çileyê de gundên Hurbilê, Samûqa, Merenazê û Malikiyê yên Şera û Şehbayê bi 40 guleyên obîsê û doçkayê hatin hedefgirtin.

Di 27`ê Çileyê de gundên Til Medîq û bendava Şehbayê, Tepê Meyasê û Tepê Kilûtê yên Şêrawa û Şehbayê bi 30 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 28`ê Çileyê de gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Til Rifet, Merenazê, Malikiyê, Kefer Entûn, Elqemiyê û Aqîbê yên Şêrawa û Şehbayê bi 45 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 29`ê Çileyê de gundên Şêx Îsa, Merenazê, Malikiyê û Soxanekê yên Şera, Şêrawa û Şehbayê bi 30 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 30`yê Çileyê de gundên Eyn Deqnê, Samûqa, Til Cîcan û Malikiyê yên Şera û Şehbayê bi 25 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Di 31`ê Çileyê de gundên Merenazê, Malikiyê, Eyn Deqnê, Şêx Îsa û Samûqa yên Şera û Şehbayê bi 35 guleyên obîsê û doçka hatin hedefgirtin.

Her wiha balafirên şer û yên keşfê bê navber li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û herêma Şehbayê digeriyan.