Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e

Piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve û ragihandina QSD’ê ya kontrolkirina girtîgeha Sînaa, rewşa Hesekê aram e.

Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
Piştî bidawîbûna gedexeya giştî rewşa Hesekê aram e
1 sibat, 2022   11:16
HESEKÊ

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê û ketina şaneyên çeteyên DAIŞ'ê di nava taxên Xiwêran û Zihûr de, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser qedexeya derketinê ya giştî ragihandibû. Duh qedexeya derketinê bi dawî bû û operasyonên lêgerînê li nav taxên bajêr berdewam dikin.  

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser duh ragihand ku qedexeya giştî li ser kantona Hesekê bi dawî bûye û qedexeya qismî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saet 6'ê êvarê heta 6'ê sibehê dê dewam bike.

Piştî bidawîbûna qedexeya giştî, li Hesekê îro liv û tevgera welatiyan didome û êdî rewş aram e. Her wiha dikan, bazar û xwaringehan vekirî ne.

Li taxên Xeşman û El-Salihiyê jî operasyona lêgerînê berdewam in.

(dx)

ANHA