​​​​​​​Hiqûqnasek: Hiştina DAIŞ'ê bê darizandin binpêkirinana qanûnê ye

Hiqûqnasê pisporê qanûna navneteweyî da zanîn ku divê civata navneteweyî çeteyên DAIŞ’ê di dadgehên navneteweyî de darizîne û got, heke heta niha çeteyên DAIŞ’ê nehatine darizandin ew yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ne û reva ji erkên exlaqî û qanûnî ye.

​​​​​​​Hiqûqnasek: Hiştina DAIŞ'ê bê darizandin binpêkirinana qanûnê ye
30 ÇILE, 2022   01:46
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019’an de li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê hebûna leşkerî ya DAIŞ’ê têk bir û zêdetirî 12 hezar çeteyan xwe radestî QSD'ê kirin. Ji wê demê ve Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê  bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û civata navneteweyî dikin ku çeteyên girtî vegerînin welatên wan û wan li wir darizînin an jî dadgeheke navneteweyî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike. Lê heta niha van rêxistinan tu bersiv nedane.

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di 20’ê vê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir ku bi hezaran girtiyên DAIŞ'ê tê de hene da ku girtiyan birevînin. Êriş bi erebeyeke bombebarankirî û du motorsiklêtan pêk hat. Di heman demê de girtiyan di hundirê girtîgehê de tevlihevî derxistin. Lê piştî 7 rojan Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD’ê ev êriş têk birin.

Çavdêran da zanîn ku êrişa dawî ya li ser girtîgeha Sînaa hewldana mezin a jinûve vegerandina çeteyên DAIŞ’ê bû ku wan çeteyên careke din tev li rêxistina xwe bikin û diyar kir ku divê civata navneteweyî li gorî xeteriya pêvajoyê tev bigerin û dadgehên navneteweyî ava bike ku çarenûsa wan eşkere bikin.

Hiqûqnas û pisporê qanûna navneteweyî Mesûd Elî got, divê  kesên ku tev li rêxistinên "terorîst" bûne û sûc li dijî mirovahiyê û komkujî pêk anîne li gorî qanûn û dadgehên navneteweyî werin darizandin.

Elî da zanîn ku ji ber gelek sedeman QSD’ê nikare çeteyên DAIŞ’ê darizîne û wiha got: "Ya yekê nebûna dadgehên navneteweyî û herêmî yên ji hêla navneteweyî nayên naskirin. Heke hebin jî divê terorîst li gorî dadgehên navneteweyî werin darizandin. Ya duyemîn jî qanûnên her dewletekê cuda ye, nexasim ku çeteyên DAIŞ’ê ji dewletên cuda ne."

Elî îşaret bi pêwîstiya avakirina dadgehên navneteweyî kir ku çete li gorî dozên navneteweyî werin darizandin û wiha pê de çû: "Dadgeha navneteweyê li Guantanamo rêxistina El-Qaîde ku sûc li Efganistanê kiribûn, darizand, her wiha doza siûqastkirina Refîq El-Herîrî li Lubnanê vekir."

Elî da zanîn ku li gorî bingeha dadgehan divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin û piştî 24 saetan ji girtinê, lêpirsînê dest pê bike û ev tişt got: "Pêdiviya van sûcan bi lêpirsînan tune ye, ji ber ev sûc ji hêla rêxistinên têkildar ve bi wêne û dîmen hatine belgekirin."

Elî destnîşan kir ku mayîna çeteyên DAIŞ’ê heta niha bê darizandin binpêkirina qanûna navneteweyî û reva ji bi erkên exlaqî û qanûnî ye û ev tişt anî ziman: "Tevî bangên dûbare yên QSD’ê li civata navneteweyî ku divê DAIŞ’ê were darizandin, lê hîna jî civata navneteweyî bê deng e, nexasim ku terora DAIŞ’ê ne li ser asta ferd an jî dewlet an jî herêmekê sûc pêk anîne, lê belê ew xeteriyê li ser tevahî dewletên cîhanê çêdike."

Li gorî Elî, cezayê ku çi endamek tev li rêxistina terorîst bibe, karî wî çi dibe bila bibe, divê were înfazkirin û wiha dewam kir: "Lê li piranî dewletan cezayê înfazê tune ye, lê cezayê muebe heye. Çeteyên DAIŞ’ê ji gelek nasnameyan in û tu qanûneke giştî ku mekanîzmaya cezayê diyar bike tune ye. Vê yekê dereng hişt an jî di avakirina dadgeheke navneteweyî de pirsgirêkê derket."

Mesûd Elî da zanîn ku sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne nakevin ber qanûna kevinbûnê an jî efûyeke fermî ku dibe derkeve, ji ber ku li Şengal û Sûriyê sûcên dermirovî pêk anîne.

Elî anî ziman ku pêwîst e civata navneteweyî li gorî xeteriya ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê çêdikin tev bigere û tedbîrên darizandina navneteweyî pêk bîne, ji ber êrişa li dijî girtîgeha Sînaa wê ne ya dawî be.

Pisporê qanûna navneteweyî Mesûd Elî pêşniyar kir ku darizandina çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û wiha dawî li gotina xwe anî: "Çeteyên DAIŞ’ê her tim di girtîgehê de isyanê dikin û erka veguhastina wan ji wî cihî yan jî darizandina wan bêyî ziraran tiştek bi ked û xeternak e."

(fr)

ANHA