ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2022
30 ÇILE, 2022   00:00

- Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê da zanîn ku êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê hate plankirin û hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsa pêk hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN).         

- Malbatên şehîdan ên Kobanê bang li dewletên peywendîdar kir ku navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" derxin û got: "Em ê heta serkeftinê piştgiriya berxwedana gerîlyan bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-HPC ya Çilaxa ji bo destekdayîn û piştgiriya QSD'ê daxuyaniyê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Parastina Zarokan a Kongra Star derbarê tecawizkirin û qetilkirina zaroka 5 salî de, daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- QSD’ê roja çarşemê ragihand ku girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi giştî kontrol kir. Meclisa Parlamentoyê ya Lîbyayê rê li pêş Ebdulhemîd El-Dîbe girt ku ji bo demeke nû li ser desthilatdariyê bimîne. (BI WÊNE).

- Parlamantera Baskê Oihana Etxebarrieta diyar kir ku piştî parlamentoya Katalonyayê, parlamentoya Baskê jî amadehiyên naskirina Rêveberiya Xweser dike û got divê di zûtirîn demê de Rêveberiya Xweser bi awayekî sazûmanî were naskirin da ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnasê pisporê qanûna navneteweyî da zanîn ku divê civata navneteweyî çeteyên DAIŞ’ê di dadgehên navneteweyî de darizîne û got, heke heta niha çeteyên DAIŞ’ê nehatine darizandin ew yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ne û reva ji erkên exlaqî û qanûnî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman got, hikumeta Şamê sivîl û axa Sûriyê neparastin û têkildarî bûyerên ku li Hesekê rûdane roleke neyînî lîst û piştgiriya şaneyên DAIŞ`ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên siyasetmedar destnîşan kir ku ligel çewisandina ku Erdogan li dijî çalakvan û siyasetmedaran dimeşîne Tirkiye bûye girtîgeheke mezin û got: " Girtiyên bêsûc bi mirina hêdî re rû bi rû dihêle. "(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA