`Em li ber xwe bidin da ku bi serbilindî vegerin Efrînê`

Endamên meclîsa kantona Efrînê da zanîn ku cihê ku dagirkerî lê heye tu aramî lê nîn e, her wiha destnîşan kir ku gelê Efrînê li ber xwe bide heta ku bi rûmet vedigere ser axa xwe.

`Em li ber xwe bidin da ku bi serbilindî vegerin Efrînê`
29 ÇILE, 2022   08:28
ŞEHBA

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20` Çileya 2018` an de êrişî Efrînê kir, ji ber hovîtiya êrişê û dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeran ve, gelê wê koçberî Şehbayê bû. Efrînî li Şehbayê li ber xwe didin, da ku careke din bi serbilndî vegerin warê xwe.

Di demên dawî de êrişên şaneyên DAIŞ’ê li ser herêma Hesekê çêbûn û di heman demê de jî ENKS` ê bang li gelê Efrînê kir ku vegerin ser xaka xwe.

Derbarê vê mijarê de endamên meclîsa kantona Efrînê ji ANHAyê re axivîn.

Endamê Meclîsa kantona Efrînê Mehmûd Reşîd got:"Piştî em ji Efrînê bi darê zorê koçberî Şehbayê bûn, niha berxwedaniyeke mezin dimeşînin ji bo em bi rûmet vegerin ser axa xwe. Lê ENKS’ê bang li gelê Efrînê dike ku vegerin Efrînê, bi wê yekê dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve rewa dike."

Her wiha Mehmûd Reşîd diyar kir ku li cihên ku dagirkerî lê heye aramî nîn e û gelê Efrînê tu carî qebûl nake ku di bin zilm û zorê de bijî, heya ku Efrîn dagirkirî be tu carî gel venagere.

Endama meclîsa kantona Efrînê Arîn Bekîr jî got: "Kesên ku dibêjin em xwedanê Efrînê ne mîna ENKS`ê tenê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigerin, di vê dawiyê jî bang li gelê Efrînê dike ku vegere li ser axa xwe, tevî ku Efrîn dagirkirî ye."

Arîn Bekîr ev tişt anî ziman: "Di Efrînê de hemû netewe hebûn, îro piranî koçberî Şehbayê bûne, li her derê belav bûne, hejmarek kêm şênî di Efrînê de mane, lê ew di malên xwe de jî ne rihet in, ji ber ku nikarin bi aramî bijîn."

Endamê Meclîsa kantona Efrînê Îdrîs Weqas helwesta ENKS `ê şermezar kir û got: "ENKS tu carî nûnertiya gelê Kurd nake, wan cihê xwe di êrişên li ser gelê Efrînê de girtine. Ew tenê bi perspektîvên dijmin tevdigerin, dixwezin gel dest ji destkeftiyên xwe berde."

Weqas wiha bi dawî kir: "Gelê ku niha li Şehbayê dijî, her tim nava berxwedaniyê de ye, ji bo ku bi rûmet vegere Efrînê. Gelê me li vir xwe warê derûnî de jî perwerde dike û xwe bi hêz kiriye, ji ber wê dê planên ENKS`ê vala derxîne û bi serbilindî vegere Efrîna rizgarbûyî."

ANHA