ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2022
29 ÇILE, 2022   00:00

- Beşîr Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û got "Dixwaze bi girtinê Kurdan biçewisîne, lê ev yek ne pêkan e, ji ber ku îradeya Kurdan bi girtinê nayê şikandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê ya Şehba û Efrînê got êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tesedûf in û herêmên dagirkirî ji bo DAIŞ`ê zemîneke guncaw in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aboriya kantona Efrînê di qonaxên cuda re derbas bû, lê qonaxa herî kambax piştî dagirkirina Efrînê, ji ber ku Efrîn veguherand qada talankirin û wêrankirina mal û milkên welatiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mûdîrê SOHR'ê Ramî Ebdurehman diyar kir ku civata navneteweyî naxwaze dosyaya DAIŞ'iyên girtî were çareserkirin û got: "Tirkiyê sedema sereke ya geşbûna terora navnetewyî li Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Ebû Sebha got dem hatiye ku Ereb û Kurd ên li Sûriyê bi hev re çarenûsa xwe diyar bikin û got: "Divê parçebûnê bi dawî bikin ku di encama destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê de çêbûye." (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Siyasetmedar û welatiyan diyar kirin ku bûyerên li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin bi hev ve girêdayî ne û armanca wan tunekirina Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayikan mohra xwe li Berxwedana Serdemê ya 58 rojan xist. Tevî êrişên giran dayikan xwarin amade kirin û digihandin şervanên li eniyên berxwedanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyê bi navê Hemo Şêx Hemo li taxa Şêxmeqsûd hewl dide bi çandina sebzeyan di cihekî biçûk de li kêleka mala xwe, debara jiyana xwe bike, da ku bandora dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxê sivik bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA