Di Berxwedana Serdemê de mohra dayikan

Dayikan mohra xwe li Berxwedana Serdemê ya 58 rojan xist. Tevî êrişên giran dayikan xwarin amade kirin û digihandin şervanên li eniyên berxwedanê.

Di Berxwedana Serdemê de mohra dayikan
29 ÇILE, 2022   00:38
ŞEHBA

Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ku 58 rojan dewam kir, dayikan bi rêbazên xwe berxwedanî dikir. Dayikan xwarin ji şervanên YPG û YPJ'ê re amade dikirin û tevî topbarana ketober xwarin digihandin şervanên li eniyê şer.

ERK Û BIRÊXISTINKIRIN

Dayikan di wê berxwedanê de, mohra xwe danî. Bê westan xwe bi rêxistin kirin û erkên xwe anîn cih.

Têkildarî mijarê endama koordînasyona Kongra Star a kantona Efrînê Fatme Silêman wiha behsa wê berxwedanê kir: “Di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ewlehî serwer bû. Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker re di 20`ê Çileya 2018`an de, jinan xwe bi rêxistin kir û tev li Berxwedana Serdemê bûn.”

Fatme Silêman wiha domand: “Wê demê min komeke jinan ji bo amadekirina xwarinê li bajêr bi rêve dibir. Destpêkê me li taxa Mehmûdiye ya Efrînê malek diyar kir û me erk li hev belav kir. Hinekan xwarin amade dikir û hinek jî digihandin eniyan. Me nobet jî çêkir, sibe 25 jin û êvarê jî 25 jin  bûn ku ji 08:00`an sibê û heta 08:00`an êvarê, car caran em heta saetên barbanga sibehê dixebitîn."

Fatme Silêman wiha ew roj bi bîr xistin: “Şêniyan jî alîkariya me kir. Xwarin ji me re amade kir. Me jî ew xwar dibir eniyên navçeya Racoyê. Lê bi zêdebûna êrişan li ser navçeya Racoyê re êdî gihandina xwarinê dijwar bû. Ji ber wê me xwarin amade dikir û dişand eniyên navçeyên Şera û Bilbilê.”

Fatme Silêman destnîşan kir ku wan girîngiya berxwedanê fêm dikirin û got: “Gelek jin ji dengê balafiran û topbaranê ditirsiyan. Me alîkariya wan kir û ji wan girîngiya karê xwe şîrove dikir ku divê em piştgiriya şervanan bikin. Em xwarin ji şervanên li eniyên şer û birîndaran re çêdikir. Me xwarin saet 06:00`an sibê dişand. Welatiyê ku xwarin digihandin şervanan jî gelek zehmetî dikişand ji ber ku topbaran ketober bû. Jinên di saziyan de kar dikirin û heta welatiyên din alîkariya me kirin. 54 roj karê me wisa dom kir.”

`JI CESARET Û ISRARA MIN ECÊB MA`

Endama rêveber a Kongra Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed got: “Dema êriş dest pê kir, me erka amadekirina xwarin û vexwarinê ji şervanan re da ser milê xwe.” 

Gulê Mihemed destnîşan kir ku ji ber hedefgirtinê ew neçar man ku gelek caran cihên xwe biguherin û wiha pê de çû: “Destpêkê me li gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bilbilê xwarin hazir dikir. Lê ji ber êrişa hovane ya li ser gund û gundên li derdorê, em neçar man ji gund derkevin û biçin gundê Qestel Xidiriya yê navçeya Bilbilê û li wir me xwarin hazir dikir.”

Têkildarî mekanîzmeya xwebirêxistinkirinê endama rêveber a Kongra Star Gulê Mihemed got: “Me xwe dabeşî du koman kir. Yek li gundê Qestel Xidiriya dima û ya din li gundê Upilo bû. Min sebze dianî û piştî amadekirina xwarinê min ew li eniyan belav dikir.”

Gulê Mihemed bûyerek ku wê demê pê re çêbûye bi bîr xist û got: “Li nêzî gundê Meydankî yê navçeya Şera balafirên şer li gund didan. Dema me xwar dibir eniyan, tirs ket dilê ajokar. Lê li ser israr kir ku em xwe bigihînin eniyan. Ew li hember cesaret û israra min ecêb ma. Min jê re got, me soz daye şervanan ku heta karibin em ê alîkariya wan bikin.”

Gulê Mihemed destnîşan kir ku jin berxwedêr bûn û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em çûn gundê Qirêgulê yê navçeya Bilbilê, li wir me karê xwe temam kir. rojê me du dan xwarin dişand eniyan. Em 15 jin bûn. Hemû jî ji gundê  Qurîgolê bûn. Gel alîkariya me kir, seriyên pez didan me ji bo xwarinê ji şervanan re hazir bikin. Hinek din pere û zeyt didan. Em 48 roj li wan gundan man heta ku hatin dagirkirin. Jin bi dildarî kar dikirin û bi israr bûn ku şervanan bi tenê nehêlin.”

(şx)

ANHA