Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29 kesên bin bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 29 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29 kesên bin bi koronayê ketin
28 ÇILE, 2022   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmên rêveberiyê 29 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li gorî Mistefa, kesên bi vîrusê ketine 17 mêr in û 12 jinan û li van herêman in:

Qamişlo 20

Dêrikê 6

Amûdê  2

Dirbêsiyê 1

Her wiha diyar kir ku rewşa du pêkhateyan baş bûye.

Bi van daneyan, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 37 hezar û 414, hejmara miriyan bû hezar û 524 û hejmara kesên ku baş bûne gihşat 2 hezar û 524.

ANHA