Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê êrişa li ser girtîgeha Sînaa şermezar kir

Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê şermezar kir. Li aliyekî din banga li civata navneteweyî, NY`yê û dewletên bi bondor  kir ku zextê li watan bikin da ku hemwelatiyên xwe yên çete werbigirin.

Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê êrişa li ser girtîgeha Sînaa şermezar kir
28 ÇILE, 2022   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re, xwest.

Daxuyaniya Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdên Sûriyê wiha ye: "Em êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê û derdora wê şermezar dikin, di heman demê de sersaxiyê ji malbatên şehîdên hêzên taybet ên QSD`ê û Asayîşê û hemû pêkhateyên gelên xwe yên sûrî yên li Cizîrê ya sûrî û Rojhilatê Firatê re dixwazin.

Êrişên wiha armanc dike ku welatiyan bitirsînin, ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û careke din DAIŞ`ê zindî bibin, li ser vê yekê divê hevkarî di navbera artêşa sûrî û birayê QSD`ê de hebe da ku careke din belav nebin. Mayîna vê hejmara mezin a komên terorîst ên DAIŞ`ê li navendên girtîgehan ên li herêmê, gefan li jiyana sivîlan dixwe, her wiha wekî bombeya li ber teqînê ye.

Ji lewma em bang li civata navneteweyî, NY`yê û Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê û dewletên bi bandor dikin ku zêxtê li welatan bikin, da ku hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de werbigirin û wan li ser xaka xwe darizînin. Li aliyekî din jî em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên xwe yên li Cizîrê ya Sûriyê û Rojhilatê Firatê dikin ku li dijî şaneyên DAIŞ`ê û komên terorîst ên piştgiriya xwe ji dagirkeriya Tirk werdigirin, yekitiya xwe ava bikin û bi erka xwe ya dîrokî rabin."

(eh)

ANHA