Cemal Salih: Herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji bo DAIŞ`ê zemîneke guncaw in

Berdevkê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê ya Şehba û Efrînê got êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tesedûf in û herêmên dagirkirî ji bo DAIŞ`ê zemîneke guncaw in.

Cemal Salih: Herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji bo DAIŞ`ê zemîneke guncaw in
29 ÇILE, 2022   05:15
ŞEHBA

Berdevkê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Şehba û Efrînê Cemal Salih diyar kir ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, di salvegera destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê de ne tesedûfî ne û destê gelek hêzên herêmî, di sêrî de dewleta Tirk, tê de heye.

Cemal Salih wiha axivî: “Êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kantona Şehbayê rastiya berdewamkirina timayên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê diyar dikin.”

Salih destnîşan kir ku êrişên li ser girtîgeha Sînaa plankirî ne û di çarçoveya lihevkirinên Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê de pêk hatin. Salih îşaret pê kir ku hêzên navneteweyî dosyaya DAIŞ`ê bê çareserî dihêlin da ku li dijî projeya demokratîk a li herêmê bi kar bînin. Salih diyar kir ku ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ`iyên girtî pêwîstî bi hevgirtineke navneteweyî û dadgehên navneteweyî heye.

Cemal Salih bi domdarî got: “Herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, zemîneke guncaw ji çeteyên DAIŞ`ê re çêdikin. Mayîna dewleta Tirk li ser axa Sûriyê bi giştî xetere ye.”

Salih got gelek çeteyên DAIŞ`ê revîne herêmên dagirkirî û wiha pê de çû: “Herêmên dagirkirî ji bo DAIŞ`ê herêmên herî ewle ne. Hedefgirtina herêmê hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaa têkiliyên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de û asta piştevaniya dewleta Tirk a ji şaneyên li herêmê re nîşan dide.”

Cemal Salih di dawiyê de got: “Mayîna çeteyan û dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, dê ji bo çeteyên tundraw bibe derfet ku li ser Sûriyê bi giştî xetere ne.”

(şx)

ANHA