​​​​​​​Li Tirbespiyê cara yekemîn dewreyeke mêran ku hemû mamosteyên wê jin in, li dar ket

Cara yekemîn e ku dewreyeke perwerdeyê ya mêran ku hemû mamosteyên wê jin in, li navçeya Tirbespiyê tê birêveberin. Di perwerdeyê de dersên li ser dîrok û berxwedana jinan hatin dayîn.

​​​​​​​Li Tirbespiyê cara yekemîn dewreyeke mêran ku hemû mamosteyên wê jin in, li dar ket
28 ÇILE, 2022   11:01
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Ji bo rûniştandina rêgezên neteweya demokratîk û pêkanîna wekheviyê di navbera mêr û jinan de û naskirina dîroka jinan û rola wan di civakî de, duh Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê dewreyeke perwerdeyê bi dawî kir. 25 mêr tev lê bûn ku di saziyên sivîl de dixebitin.

Akademiyê di 9`ê Çileyê de dewre vekir û 18 rojan dewam kir. Dewre bi navê şehîd Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) ku endama Komîteya Rêveber a Komên Jinên Kurdistanê (KJK) bû û di êrişeke hewayî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de di Hezîrana 2020`an de şehîd bûbû, pêk hat.

Têkildarî naveroka perwerdeyê endameke komîsyona perwerdeyê Klara Edêsa got: "Mijarên perwerdeyê; kesayeta mîlîtanên şoreşger, uslûb û xîtabet, zayendparêzî, jineolojî, hevjiyana azad û dîroka jinan bûn."

‘PERWERDE RÊGEZEKE BINGEHÎN A PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Klara diyar kir ku wan bi armanca tunekirina zîhniyeta baviksalar, avakirina civakeke exlaqî û polîtîk û pêkanîna fikirên neteweya demokratîk dewre li dar xist. Klara wiha domand: “Ji bo pêkanîna wekheviyê û pêşxistina sîstema hevserokatiyê di nava saziyan de, divê em her tim dewreyên wiha vekin. Ji ber ku perwerde di pergala neteweya demokratîk de rêgezeke bingehîn e.”

Klara Edêsa bal kişand ser bandora zîhniyeta baviksalar li ser civakê û pêwîstiya tunekirina wê û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreş bi pêşengiya jinan li dar ket. Ji ber vê yekê divê em heta têkbirina zîhniyeta baviksalar tê bikoşin."

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê gundê Til Merûf ê kantona Qamişloyê Yasir Xelef ku tev li dewreyê bûbû, got: “Jin xwedî taybetmendiyeke cuda ne. Em em vê taybetmendiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku çawa jinan ji bo azadkirina civakê têkoşîneke fikrî û dîrokî meşand."

Xelef wiha domand: “Zîhniyeta kapîtalîzmê, mêr ji cewherê wan dûr xistine. Mêr di civakê de tenê xwe û desthilata xwe dibînin. Ji ber vê yekê ji bo çareseriyeke bingehîn ji vê zîhniyetê re divê em vegerin dîrokê û civaka xwezayî."

Yasir Xelef îşaret bi rola jinan a di pêşxistina civakê de kir û got: “Avakirina civakeke exlaqî û polîtîk û pêkanîna azadiyê, erka her du zayendan e. Rêber Abdullah Ocalan ji me re bingeha azadkirina civakê û rola jinan a pêşengiyê diyar kiriye. Ji ber wê pêşxistina vî fikrî û belavkirina wê di nava civakan de erka me hemûyan e.”

Her wiha Klara Edêsa got: "Heke ev gav di civakê de pêk werin, em ê pergala hevserokatiyê ya rasteqîn di saziyên xwe de pêk bînin. Naskirina dîrokê, rêya herî guncew a naskirina xwe û pêşxistina wê ye."

Klara diyar kir ku armanca sereke ya dewreyê ew bû ku wekhevî û edalet di navbera jin û mêran de pêk were da ku civakeke demokratîk ava bikin.

‘NASKIRINA DÎROKA JINAN RÊ LI PÊŞIYA MIN VEKIR KU HEVJIYANA AZAD NAS BIKIM’

Hisên Ayid ê ji pêkhateya Ereb ê ji navçeya Tirbespiyê ku tev li dewreyê bûbû jî wiha got: “Divê mêr û ciwan tev li van dewreyan bibin da ku zîhniyeta xwe ya demokratîk bi pêş bixin. Min gelek sûd ji vê dewreyê wergirt. Naskirina dîroka jinan rê li pêşiya min vekir ku rastiya hevjiyana azad nas bikim. Di hemû waran de jin bingeha civakan in.”

Hisên Ayid got di dewreyê de gelek nîqaş kirine û got: “Ew nîqaş erênî bûn. Ev perwerde ji bo me pêvajoyeke nû bû."

Akademiya Civaka Demokratîk dê dewreyên bi heman rengî li herêmê berdewam bike.

(şx)

ANHA