QSD: Çeteyên DAIŞ`ê zarokên ‘Eşbal El-Xîlafe’ dikin mertal

QSD`ê destnîşan kir ku bikaranîna 700 zarokên “Eşbal El-Xîlafe” wek mertal li pêşiya operasyonên wan ên li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûye asteng.

QSD: Çeteyên DAIŞ`ê zarokên ‘Eşbal El-Xîlafe’ dikin mertal
24 ÇILE, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYN

Navenda RagihandAinê ya QSD`ê daxuyaniyek da û tê de eşkere kir ku çeteyên DAIŞ`ê rêbazên din bi kar tînin da ku fişarê li hêzên wan bikin. QSD’ê wiha diyar kir:

“Di 3 rojên dawîn a êrişa birêxistinkirî ya çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî girtîgeha Xiwêranê de, astengiya herî mezin li pêşiya hêzên me derket, zarokên Eşbal El-Xîlafe ne ku çeteyên DAIŞ`ê wan zarokan wek mertal bi kar tîne. Hejmara wan 700 zarok e. Di hucreyên cuda de bûn da ku ji nû ve werin perwerdekirin.

Çi bê serê wan zarokan, DAIŞ berpirsyar e.

Em bang li NY û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku mudaxele bikin da ku zarok di êrişên DAIŞ`ê de neyên bikaranîn û wan radestî hêzên ewlehiyê bikin.”

(şx)