Riyad Derar: Êrişa li ser girtîgeha Sînaa plankirî bû

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar da zanîn ku êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê plankirî û koordînekirî bû, armanc jê ew e QSD’ê û hêzên ewlehiyê reş bikin.

Riyad Derar: Êrişa li ser girtîgeha Sînaa plankirî bû
24 ÇILE, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Têkildarî êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a li Hesekê û hewldana revandina girtiyan, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ANHA'yê re axivî.

Riyad Derar wiha got: "Ne pêkan e mîna vê êrişa birêxistinkirî ya li dijî girtîgeha li taxa Xiwêran bêyî planeke hevkar û amadekariyan bê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo serxistina vê êrişî pêdivî bi piştevaniyeke mezin a gelek aliyan heye."

Derar wiha domand: "Me ev amadekarî di demên borî de dîtin ku qala hewldanên teqandina erebeyan nêzî girtîgehê û derbasbûna girtîgehê dihat kirin, lê ew şane hatin girtin û çekên ku ji bo derbaskirina li girtîgehê kom kiribûn, hatin girtin. Di encamê de ev plan berî du rojan pêk hat. Teqîn çêkirin, derbasî girtîgehê bûn û çek derbas kirin. Pirsa me di vir de ew e çawa di navbera hundir û derve de koordîneyeke wisa çêbû. Tevgera nû ya DAIŞ’ê û ji nû ve çalakbûna wê li Iraq û Sûriyê bûyereke ku bê sedem pêk nehatin. Rêxistinên ku berê Iraq kontrol dikirin ên ku ziyan dîtine, dixwazin DAIŞ’ê sor bikin da ku rola xwe ya mîna berê vegerînin ku bi navê şerê li dijî DAIŞ'ê bûbû xwedî heyet. Ji bê vê yekê ev alî di şiyarkirina van hovan de vegerandina hegemonyaya xwe li Iraqê dibînin ku yek ji armancên wan e."

‛REŞKIRINA QSD'Ê Û ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BALKÊŞ E’

Têkildarî armancên van êrişan Derar ev tişt got: "Armanca van êrişan ew e ku bidin nîşandan ku ev hêz nikarin parastina van herêm û girîgehên endamên DAIŞ'ê bikin. Ji bo reşkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girtîgehan diparêzin, dixebitin. Herî kêm berjewendiya Tirkiyê di vê yekê de heye ku di rewşekê welê de ye ku aboriya wê bi awayekî mezin paşketiye û hilweşiya ye."

Li ser têkiliyên rejîma Tirk bi van êrişan re Riyad Derar wiha pê de çû: "Ev rejîm dixwaze balê bikişîne ser şerê li derveyî sînor ku provakasyona wê dike û bi rêya hejmareke mezin ji çeteyên girêdayî xwe amadekariya wê dike. Tiştê balkêş ew e ku ev tevgera ku hêzên dewleta Tirk bi rêya balafirên xwe û endamên xwe dike ku êrişî herêmên li Til Temir û Eyn Îsayê dike ji bo parastina girtîgehê û kifişkirina şaneyên DAIŞ’ê ye."

‛HÊZEKE MEZIN BI RÊ VE DIBE’

Derar wiha pê de çû: "Tiştê balkêş ev e; miqdara çekên ku bênavber ji çeteyên DAIŞ û şaneyên wê re tên peydakirin ku nesekinîne. Çiqas kesên ku qaçaqçîtiyê dikin xurt bin jî, bêyî hêzeke keşfkar ku vê rolê pêk bîn, ne mumkine bi vê miqadarê û vê mezinahiyê tev bigerin. Ev yek jî balê dikişîne ser aliyê ku sûdê ji vê yekê werdigire, ew jî rejîm e.

Dixwazin alozî li herêmê çêbe da ku bidin nîşandan ku li herêmê lawazî û nekarîn heye. Lê ne mumkine ku ev yek bêyî koordîneyê çêbibe. Cureyê vê koordîneyê çawa be, di encamê de hewldaneke ji bo têkbirina projeya ku rêxistina DAIŞ’ê têk biriye û yên mayî jî li gel wê girtî ne."

HEKE TEVAHÎ DAIŞ’Î JI GIRTÎGEHÊ REVÎN GELO DÊ ÇI BIBE?

Li ser îhtîmalên reva tevahî endamên DAIŞ’ê Derar hişyarî da û wiha got: "Heke tevahî çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehan birevin, ev yek dê bihêle ku ji nû ve nakokî li herêmê derkevin û çete bikevin lîstoka çareseriya siyasî."

Derar wiha berdewam kir: "Demeke berê di girtîgeha Seydnaya de hezar û 300 girtî hebûn. Dema îsyan di girtîgehê de çêbû rejîmê dorpêç kir, lê ev dorpêç 11 mehan dewan kir. Herî dawî piştî dan û standin, ceza û zexta bênavber hinekî îsyan hate kêmkirin. Anku tecrubeyên îsyanê di hundirê girtîgehê de li gorî DAIŞ’iyan diyar e û li gorî rejîmê jî eşkere ye û di rêvebirina wê de pispor e."

Derar da zanîn ku dibe ku rejîm sûdê ji vê aloziyê wergire û got: "Tevî ku di wê demê de çek di hundirê girtîgehê de tune bûn, tenê tiştên sivik ku bi destan hatibûn çêkirin, wekî kêr û şûran hebûn, lê niha çek hene. Kesên ji bo vê yekê mirin dane pêş xwe û bi jiyanê nafikirin, her tim amade ne bi hemû rêbazan kesên din tune bikin û xwe bikujin. Ev kes qîmetê nadin jiyanê. Di encamê de mîna van aloziyan wekî destkeftiyeke mezin di jiyana xwe de dibînin."

‛CIVATA NAVNETEWEYÎ XEMSAR E'

Têkildarî helwesta civata navneteweyî Hevserokê MSD’ê Riyad Derar wiha got: "Paşguhkirineke mezin a civata navneteweyî di mijara derengxistina dadgehkirineke adil heye, her wiha paşguhkirinek ji bo piştevaniya rastîn a belavkirina wan li cihên girtîgehan heye. Ji ber li hember vê hejmara mezin di yek girtîgehê de ne pêkan e were kontrolkirin.

Heke civata navneteweyî li benda kêliya ku kesên bûyerên li herêmê bi rêya van kesan bi rê ve dibin dimîne, ez texmîn dikim ku ev civak çewtiyeke mezin dike. Ji ber çi hejmareke hindik jî ji vê girtîgehê bireve dê tevahî sûcan bêyî guhdarkirina li qanûn û mirovahiyê pêk bîne. civata navneteweyî li her derê berpirs e û li her derê encamên mîna van tevgeran paşguh dike berpirsiyar e."

‘JI LIDARXISTINA DADGEHEKE NAVNETEWEYÎ DIREVIN’

Têkildarî hewldanên MSD’ê yên bidawîkirina vê pirsgirêkê Riyad Derar ev tişt anî ziman: "Hewldanên MSD’ê û Rêveberiya Xweser ên lêgerîna rêbazên avakirina dadgehekê ji bo endamên DAIŞ’ê yên girtî nesekinîne. MSD’ê û Rêveberiya Xweser di hevdîtinên xwe yên bi hêzên civaka sivîl re zext kir û bi wezaretên derve re hevdîtin kir ku helwestekê nîşan bidin, lê hemû ji vê yekê direvîn û biryarek têkildarî mijarê nedan."

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar wiha dawî li gotina xwe anî: "Piştî bûyera ku îro qewimiye, civata navneteweyî dikare li hesabên xwe vegere û dest bi xebata darizandina van DAIŞ’iyan bike û cezayên guncaw li wan bibire. Divê ev dosya were çareserkirin. Ji ber ku tê de dozên mirovî yên mezin hene. Her wiha  pêdivî bi piştevaniya zarok û malbatan heye. Ew yek jî bi rêya vegerandina û perwerdekirina wan pêk tê. Ji ber ku di mêjiyên wan de fikirên tundraw çandine, çi li kampan an jî li hundirê girtîgehan dibe. Her wiha di mêjiyên zarokan de ev fikirê tundraw çandiye. Ev hemû mijar jî nîşaneya pêşerojeke nebaş in."

(fr)

ANHA