Yekitiyên mamosteyan banga hilbijartina dersên kurdî kir

Yekitiyên Mamosteyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li malbatên zarokên li Bakurê Kurdistanê kir ku di dibistanan de ji bo zarokan kurdî wek dersa hilbijartî hilbijêrin.

Yekitiyên mamosteyan banga hilbijartina dersên kurdî kir
24 ÇILE, 2022   07:49
NAVENA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Yekitiyên Mamosteyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Însiyatîfa Mamosteyên Kurd a Bakurê Kurdistanê, di 13’yê Çileyê de bi daxuyaniyekê bal kişand ser dersên kurdî yên bijarte. Her wiha bang li malbatên Kurd kir ku ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin û li zimanê kurdî xwedî derkevin.

Em jî wek Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê bangê girîng dibînin û di serî de bang li malbatên şehîdan û tevahî Kurdên welatparêz dikin da ku zimanê kurdî û zaravayên ku li bakur tên axaftin hilbijêrin û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin.

‘2 SAET PIR KÊM E LÊ DERFETEK E’

Ev 2 saetên di hefteyê de, bê guman em nikarin erê bikin, lê ji bo têkoşîna çand û zimanê kurdî wek derfetekê dibînin. Lewma em girîng dibînin ku ev derfeta heyî baş binirxînin da ku deriyên faşîzm û qirkeriya Tirk ên li dijî zimanê kurdî bişike û rê li ber perwerdeya bi zimanê zikmakî veke.

‘DI ENCAMA TÊKOŞÎNÊ DE HATE QEBÛLKIRIN’

Di encama ked û xebateke bêhempa ya 40 salan de ev mafê fêrbûyîna zimanê dayikê li Tirkiyê di 2012’yan de hat qebûlkirin. Bê guman hemû kesên ku dilê wan bi rewşa zimanê kurdî diêşin vê derfeta heyî wekî heyî erê nekir. Ji ber ku Kurd ne kêmnetewe ne û mafên wan ên herî bingehîn jî fêrbûyîn û fêrkirina zimanê xwe ye. Lewma ji hingî ve têkoşînek tê dayîn da ku kurdî bibe zimanê fermî yê fêrbûn û fêrkirinê.

‘PERWERDEYA ZAROKAN ERKA HERÎ GIRÎNG A CIVAKÊ YE’

Em bi vê mebestê gotinên rêber Apo yên li ser perwerdeyê careke din dixwazin bînin bîra xwe; “Perwerdeya zarokan ne erka desthilat û dewletê ye, erka herî girîng a civakê ye. Ji ber ku zarok û ciwan yên civakê bi xwe ne. Hem wekî maf, hem jî wekî erkekî, zarok û ciwanên xwe li gor taybetmendiyên xwezaya xwe ya civakî û kevneşopiyên xwe mezinkirin, veguhertin mijareke jiyanî ye; pirsgirêka domandina hebûna xwe ye. Tu civakeke mafê hebûna xwe û ji bo vê erka perwerdekirina ciwanên xwe bi hêzeke cuda re parve neke, vê erkê ji hêzek cuda re nehêlin. Hêza mijara gotinê ye dewlet an jî amûrên desthilatê be jî nabe vê erk û mafê ji wan re bihêle. Ji bo vê yekê civak û di serî de bav û dê berpirsyarê domandina parastin û perwerdekirina ziman e û xistina nava jiyanê de ye.”

Em careke din di vê mijarê de bang li gelê me yê Bakurê welat dikin; divê dayik û bavên Kurd xwedî li zimanê kurdî derkevin û bi zarokên xwe re zimanê xwe hilbijêrin ku tenê em xwediyê wê ne.

‘DIVÊ JIYANA ME BI KURDÎ BE’

Her wiha ne tenê bi vê yekê sînordar bimînin; em bibin xwediyê vî zimanî şîrîn. Di mala xwe de, li kolan û bazaran de bi israr bi kurdî biaxivin. 24 saet divê em bi kurdî rabin, rûnin, biaxivin. Siyaseta me, xebata me, tevgera me bi her awayî divê kurdî be. Nivîsandin, xwendin û axaftina bi zimanê kurdî bila bibe helwesteke xwezayî û neteweyî di nava civaka Kurdan de.