YNK: Namzetê me Berhem Salih e

Endamê Polîtburoya YNK'ê Eta Serawî eşkere kir ku biryar hatiye dayîn ku namzetê wan ê serokomariya Iraqê Berhem Salih be.

YNK: Namzetê me Berhem Salih e
23 ÇILE, 2022   19:40

Yekitiya Niştîmanperwer a Kurdistanê (YNK) eşkere kir ku namzetê wê serokomariya Iraqê Berhem Salih e. Piştî civina duh ku Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî, der barê nîqaşên namzetiya serokomariyê de bi rayedar û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî, îro Polîtburoya YNK'ê jî li hev civiya.

Endamê Polîtburoya YNK'ê Eta Serawî, li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyaniyek da, tê de  ragihand ku tevlî civîna Polîtburoya YNK'ê bûye, di civînê de biryarên girîng girtine û wê namzetê wan ê Serokomariya Iraqê kesek tenê be; dê ew jî Berhem Salih be.