Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk: Em li pişta QSD’ê ne

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a Herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da û got, ew amade ne li dijî terorê şer bikin.

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk: Em li pişta QSD’ê ne
23 ÇILE, 2022   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi beşdariya endamên meclisê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji dema hêzên tundraw ên rêxistina DAIŞ`ê hatin belavkirin de, hewl da tirsê bixin nav pêkhateyan. QSD`ê hîna jî bersivê dide van hemû êrişan û hêza herî serkeftî li cîhanê ye ku piştî gelek serkeftin li dijî DAIŞ’ê pêk anîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Îro û piştî dem di ser têkbirina vê hêza tundraw re derbas bû, şaneyên veşartî êrişî başûrê kantona Hesekê kir, nexasim girtîgeha ku terorîstên DAIŞ`ê tê de ne û xeteriyê li ser cîhanê çêdikin. Ev liv û tevger piştî gera  Astana pêk hat, êdî diyar e ku destpêka belavkirina van planên terorîst bû, di serî de Tirkiyê piştgiriya van êrişan kir, bi taybet ku hemwextî topbarana Eyn Îsa û Til Temir pêk hat."

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de îşaret bi hevkariya hikumeta Şamê ji van planan re kir û got: "Hikumeta Şamê jî ne dûrî van planan e, ew jî bûye alavek ji bo şerê projeyên bi armanca çareseriya aloziya Sûriyê. Bi hevpeymanên derexlaqî ev plan hatine birêxistinkirin ku ji dema rêxistina DAIŞ`ê têkçûye, ev a herî xurt bû, lê dîsa jî li hember berxwedana QSD`ê û îradeya wan bi bin ketin."

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Em Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û bi tevahî pêkhateyên wê piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî QSD’ê dikin û soz didin ku em hêzên ciwanan dê piştgiriya hêzên xwe bikin û li hember çi terora li ser gelê xwe û ewlehiya herêmê bisekinin. Em piştrast dikin ev komplo hate têkbirin û li pêş proje û vîna me ya azad nabe bend."

(eh)

ANHA