Partiya Kesk a Demokratîk bersiva daxuyaniyên Şamê da: Yên wekî hev destekê didin hev

Partiya Kesk a Demokratîk bersiva daxuyaniyên hikumeta Şamê yên li hemberî QSD'ê da û got: "Yên di nêzîkatiyan de dişibihin hev, destekê didin hev."

Partiya Kesk a Demokratîk bersiva daxuyaniyên Şamê da: Yên wekî hev destekê didin hev
24 ÇILE, 2022   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Demokratîk bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên hikumeta Şamê yên li dijî QSD'ê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Yên ku daxuyaniyên desthilata Şamê dişopînin nêrînekê li ser vê desthilatê digirin. Desthilata Şamê wekî ku milyon sûrî qetil nekirine û bi sedhezaran negirtine û îşkence li wan nekiriye û binesaziya nexweşxane, dibistan, mizgeft û mal bi bermîlên teqemeniyê bi serê niştecihên wê de navêtine û çekên kîmyewî li dijî wan bi kar neanîne. Lê belê ji wisa zêdetir jî kir."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilata Şamê sedema sereke ya aloziya Sûriyê ye ku ev 11 sal in dewam dike û wiha domand: "Niha jî li ser terorîstên DAIŞ'ê yên di girtîgeha Hesekê de digirî. Ew terorîstên ku bi salan herêmên Sûriyê dagir kirine û azar nîşanî xelkê wê kirin. Ev jî dide xuyakirin ku yên ku bi nêzîkatiyên nebaş dişibihin hev, destekê didin hev."

Partiya Kesk a Demokratîk diyar kir ku desthilata Şamê sedema têkbirina serdestiya Sûriyê ye û got: "Li pêşberî çav û guhê wê û bi desteka dewleta Tirk, rejîma Tirk beşek ji xaka Sûriyê dagir kir bêyî ku bikeve tevgerê. Her wiha tevahî berhemên binerd û sererd ên Sûriyê firotin Rûsya da ku desthilata xwe li ser hesabê xirabkirina Sûriyê bidomîne."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser koordîneya di navbera desthilata Şamê, rejîma Tirk û şaneyên DAIŞ'ê de ya girêdayî êrişa li ser girtîgeha li Hesekê û hate gotin ku ev yek bû sedema sereke ya pêla koçberiyê, her wiha hate diyarkirin ku ne ji vê hevkariyê bûya êriş, ziyan û koçberî çênedibû.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Çi şer û merc hebe em li kêlek QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn in. Em bi hêzên xwe bawer in ku wê girtîgehê kontrol bikin û ew hêzên bawerî û ewlehiyê li herêmên Rêveberiya Xweser in. Em bi hemû derfetên xwe hewl didin projeya Rêveberiya Xweser bi ser keve. Ji ber rêya yekane ya rizgarkirina sûriyan ji desthilata şovenîst e û rêya damezrandina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk ya nenavendî ye."

ANHA