Welatparêz û bavê seroka Desteya Rêveber a MSD'ê jiyana xwe ji dest da

Welatparêz Henan Hesen Ehmed ê 84 salî yê ji gundê Zerko yê navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî, duh jiyana xwe ji dest da.

Welatparêz û bavê seroka Desteya Rêveber a MSD'ê jiyana xwe ji dest da
19 ÇILE, 2022   09:45
ŞEHBA

Kesayetê welatparêz û bavê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, Henan Hesen Ehmed duh li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Henan Hesen Ehmed di sala 1938’an de ji dayik bûye û di destpêka salên heştî de tevlî xebatên şoreşgerî bûye û li her du bajarên Heleb û Tebqayê di rêxistinkirina civakê û dansîna fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de xwedî roleke mezin bû.

(dx)

ANHA