Xebatên komîteya sazkirina Hevpeymana Civakî hate rawestandin

Komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber rewşên hewayê û barîna berfê xebatên xwe rawestand.

Xebatên komîteya sazkirina Hevpeymana Civakî hate rawestandin
19 ÇILE, 2022   09:55
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji bajarê Hesekê ragihand ku xebatên roja sêyemîn ji civîna komîteya berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber rewşên hewayî hate rawestandin.

Li gorî nûçegihanê me, endamê komîteya biçûk a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku civîn ji ber barîna berfê ya zêde heta demeke ne diyar hate rawestandin.

Rêveberiya Xweser di 15`ê Tîrmeha borî de komîteya biçûk ku ji 30 endamî pêk tê, ava kir da ku li ser amadekirina reşnivîsa hevpeymanê bixebitin û di civînên berfireh de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were nîqaşkirin.

(bx)

ANHA