Rojnamevanekî êzidî: Yê ku êzidî di pençên DAIŞ'ê de hiştin nabin cihê baweriyê

Rojnamevanê êzidî Tehsîn Şêx Kalo got, yê ku êzidî di pencên DAIŞ'ê de hiştin, nabe ku bibe cihê baweriyê û anî ziman ku pêwîstiya Şengalê bi zêdekirina hejmara leşkerên artêşa Iraqê nîn e.

Rojnamevanekî êzidî: Yê ku êzidî di pençên DAIŞ'ê de hiştin nabin cihê baweriyê
19 ÇILE, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN – SÎPAN SILO

16'ê Çileyê li Şengalê di navbera navçeyên Sinûnê û Xanesorê de tankera avê ya artêşa Iraqê li servîsa xwendekaran qelibî. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

 Ev qeza di demekê de ku artêşa Iraqê hejmara leşkerên xwe li Şengalê zêde dike, pêk hat. Di dîmenên ku li cihê qezayê hatiye kişandin de leşkerên Iraqê piştî mirina 2 kesan û birîndariya bi dehan kesan kêfxweşiya xwe nîşan da. Bêyî ku alîkariya birîndaran bikin.

Rojnamevanê êzidî Tehsîn Kalo li ser mijarê axivî û got: "Leşkerê Iraqê yê ku şahî lidar xist, nîşaneya serkeftinê bilind kir û di erebeyê de govend kir, li ser vê helwestê divê mirov ji xwe pirs bike, gelo ev leşker êzidiyên revandî ji rêxistina DAIŞ'ê rizgar kir an ku xaka Iraqê li serweriya wan (êzidyên Iraqê û xaka wan) rizgar kir. Her du şerefa Iraqê ne, lê artêşa Iraqê êzidî û xaka Iraqê bi hêsanî radestî DAIŞ'ê kir û rêveberiya xwe radest kirin, her wiha têkoşîn û dîroka artêşa Iraqê li pêşberî DAIŞ'ê reş kirin."

Şêx Kalo  anî ziman ku ne dûr e ku ev qeza çêkirî be "Nemaze piştî bêxemiya artêşa Iraqê êzidî bi destê DAIŞ'ê sûc dîtin. Dîsa jî bûyerên domdar ku li Şengalê rû didin ji gefxwarinên artêşa Iraqê vê yekê dûr naxe."

Duh, Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet muhlet da Asayîşa Êzîdxanê ya dewra navçeya Sinûnê da ku ji cihê xwe vala bike. Her wiha gef li Asayîşa Êzîdxanê xwar ku heger cihê xwe vala neke, ew ê bi zorê wan derxînin.

''JI BER ÇI LEŞKER KÊFXWEŞ BÛN''

Rojnamevan Şêx Kalo anî ziman ku divê lêpirsîneke li dijî leşkeran were vekirin û wiha domand: "Li şûna ku alîkariya birîndaran bikin, şahî li dar xistin, gelo çi pîroz dikin. Tevahî hikumetên ku ji sala 2005'an li Iraqê derketine, ya herî dawî hikumeta Kazimî nêzîkatiyên wan derbarê êzidiyan de ji hev cûda nîn in. Lê ji Kazimî tê xwestin ku sozên li hemberî êzidiyan û jinên ku ji lepên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, bi cih bîne û wekî şerefa Iraq û iraqiyan bibîne."

Rêveberiya Xweser a Şengalê duh têkildarî liv û tvgerên artêşa Iraq û qezayê daxuyaniyek parve kiribû. Di daxuyaniyê de got: " Em di serî de dixwazin bêjin ku her çiqas ev bûyer wekî qezayê xuya bike jî, di rastiya xwe de ne qezayek ji rêzê ye. Ji ber ku ya bûye sebep ev qeza rû bide, wesayîteke leşkerî ya artêşa Iraqê ye. Ev qeza ji ber vê liv û tevgera zêde ya wesayîtên leşkerî rû daye."

Rêveberiya Xweser a Şengalê her wiha got, ev liv û tevgera leşkerî bi hinceta ewlehî û aramiya Şengalê tê kirin, lê di encam de zirarê dide ewlehiya Şengalê û van hewldanan wekî berdewama plana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK’ê û hikumeta Kazimî de binav kir.

Şêx Kalo destnîşan kir ku pêwîstiya rewşa Şengalê bi hejmareke zêdetir a leşkeran tune ye û wiha got: "Hewcedariya Şengal û êzidiyan bi hêzeke leşkerî ya xwedî vîneke niştimanî rasteqîn heye ku karibe herêmê ji êriş û xeteriyên derve biparêze."

'YÊN KU ÊZIDÎ DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE HIŞTIN NABE KU BIBIN CIHÊ BAWERIYÊ'

Rojnamevan êzidî Tehsîn Şêx Kalo êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser Şengalê bi bîr xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di baweriya min de, hêzên ewlekarî û leşkerî yên ku ji Şengalê reviyan û bûn sedema destdirêjiya li hezaran êzidiyan û qetilkirina bi hezaran welatiyan, hêzên ku êzidî di pençên DAIŞ'ê de hiştin wê nebin cihê baweriyê."

ANHA